Yildirim: Bêdengî ne ya qebûlkirinê ye

Gulseren Yildirim xwişka Abdullatîf Teymûr ku yek ji girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de ye, xwest ku daxwazên girtiyan tavilê bên qebûlkirin. Yildirim got, her kêliya bi bêdengî derbas dibe tê wateya kuştina mirovan.

Yek ji girtiyên siyasî yên ku li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne, Abdullatîf Teymûr e. Teymûr 47 roj in li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê di greva birçîbûnê de ye. Xweşka Teymûr Gulseren Yildirim ji ANF'ê re axivî. Yildirim diyar kir ku ji ber cezayên kêfî yên dîsîplînê nêzî mehek e nikare birayê xwe bibîne û got, doh bi rêya telefonê pê re axiviye û birayê wê jê re gotiye, heta ku tecrîd bi dawî bibe wê çalakiya xwe bidomînin.

JI BO PIŞTGIRIYÊ BIDE BIRAYÊ XWE 34 ROJAN KETE GREAV BIRÇÎBÛNÊ

Yildirim ku ji bo piştgiriyê bide birayê xwe 34 rojan kete greva birçîbûnê diyar kir, "Di demekê de ku birayê min birçî ye, min nikarîbû xwarinê bixwim, nikarîbûm razêm. Ji ber vê yekê ji bo destekê bidim wî û fêhm bikim bê çi dijî, 34 rojan ketim greva birçîbûnê. Ew ji 26'ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye."

'BÊDENGÎ NE YA QEBÛLKIRINÊ YE'

Yildirim anî ziman, li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê, tevî birayê wê 5 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne û got, "Bêdengî û her kêliya bi xemsarî derbas dibe, tê wateya kuştina mirovan. Tevî Leyla Guven niha 301 kes li girtîgehan hemûyan ketine greva birçîbûnê. Lê welat bêdeng e. Ev yek ne ya qebûlkirinê ye."

'BERÎ DERENG BIBE DIVÊ BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ'

Yildirim diyar kir, daxwaza Leyla Guven û girtiyên siyasî daxwazeke mafdar e û xwest, tecrîda li Îmraliyê tavilê bi dawî bibe. Yildirim got, "Mafê Birêz Ocalan e ku parêzerên xwe û malbata xwe bibîne. Lê belê bi salan e ev mafên wî tên binpêkirin." Yildirim xwest, berî ku zerar bigihêje mirovan û xisareke mayinde li bedena mirovan rû bide, daxwazên wan bên qebûlkirin. Yildirim herî dawî bang li rêxistinên girseyî yên demokratîk kir ku berî dereng bikeve bikevin nava liv û tevgerê.