ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
* Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û kongreya 12'emîn a PKK'ê wê bêne şopandin.
* Şerê navbera Îsraîl û Îranê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
*Pisporê têkiliyên navneteweyî Dr. Toros Korkmaz bal kişand bi ser hesasiyeta rewşa Îranê û got: “Divê Kurd polîtîkayekî tevgir bişopînin. Rojava ji bo tevahiya Rojhilata Navîn modelekî herî baş e.”
*Çalakiyên xizmên girtî û windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê wê bên şopandin.
* Li gundê Koksalanê ku şewata bû sedema jiyana 15 kesan lê destpê kir, gel ji ber cezayê ku DEDAŞ’ê li wan biriye nikarin hilberînê bikin. Li gund ne elektîrk ne jî av heye. Şêniyên gund dibêjin, “DEDAŞ zilmê li me dike.”
*Taxa 1’ê Gulanê ku ji aliyê şoreşgeran ve bi gel re hatiye avakirin û bi berxwedanê tê nasin, îro li her derê çete lê bi cih bûne û bêeeslbûn (teredî) gihiştiye asta herî jor.
*Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Şaxa Hejmar 2 a Amedê Duygu Ozbay bal kişand bi ser zext û astengiyên li ser zimanê Kurdî û got: “Mafê pewerdehiya bi zimanê zikmakî wê ji bo aştiya civakê tevkariyê bike.”
*Bi nasnameya jina Rojhilata Navîn ji bo Îranekî demokratîk hêza xwe bikin yek. Em bi tifaqa jinan, nasname û helwesta jinan a hevpar têkoşîna neteweya demokratîk û rêxistinbûnê mezin bikin.
*Bi boneya salvegera 100'emîn a serhildana Şêx Seîd ku sala 1925'an li Kurdistanê pêk hat, wê li Brukselê konferanseke akademîk û li Kolnê jî mîtîngeke girseyî ya bîranînê bê lidarxistin. Serokê Tevgera Alimên Îslamî ya Hemdem û Nûjen a Kurdistanê Ahmet Hafiz Turhalli bang li hemû Kurdistaniyan kir ku tevlî bîranîna ku wê di 29’ê Hezîranê de li Kolnê were lidarxistin bibin.