Ciwan ji meşa Mannheîm-Strasboûrgê re amade ne

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî meşeke dirêj ber bi Stasboûrgê dest pê dike. Ciwan beriya meşê li NCDK'ê li hev civiyan. Çalakî wê îro danê sibehê dest pê bike.

Ciwan wê bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, silav li berxwedêrên greva birçîbûnê" berê xwe bidin bajarê Strasboûrg ê Fransayê.

Meş wê 6 rojan bidome. Beriya destpêkirina meşê, ciwan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li hev civiyan û komîteya amadekar a meşê plansaziya çalakiyê ragihand.

Endama Komîteya Amadekar Zozan Serhat bi bîr xist, greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 54'an de ye û got, "Em ê bibin dengê hevrêyên xwe yên berxwedêr."

Her wiha kartpostal li meşavanan hate belavkirin ji bo ji Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê re bişînin. Kartpostal û name wê di roja duyemîn a meşê de ji Guven re bên şandin.

PLANSAZIYA MEŞA 6 ROJAN

Roja 1. - Meş wê saet 10'an dest pê bike û li Hockenheîmê bi dawî bibe. Li vir wê mîtîngeke girseyî bê lidarxistin.

Roja 2. - Meş wê saet 09'an li Hockenheîmê dest pê bike û êvarê li Bûrûchsalê bi dawî bibe. Meşvan wê bi girseyî bên pêşwazîkirin û mîtîngekê bê lidarxistin.

Roja 3. - Meş wê saet 09'an li Bûrûchsalê dest pê bike, êvarê li Karlsrûheyê bi dawî bibe. Meşvan wê li wir jî bi girseyî bên pêşwazîkirin. Li Karlsrûheyê wê civîn were lidarxistin û sînevîzyon bê nîşandan.

Roja 4. - Meşê saet 09'an dest pê bike û heta Rastatê bidome.

Roja 5. - Meşvan wê ji Rastatê heta Buhlê bimeşin. Danê êvarê jî wê çalakiyeke çandî bê lidarxistin.

Roja 6. - Meşvan wê ji Buhle heta Kehlê. Piştî mîtînga li Kehlê wê meşvan derbasî Lahrê bibin. Li vir jî wê li ser komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê civînek bê lidarxistin.

Roja 7. - 16'ê Sibaê wê meşvan tevlî meşa li Strasboûrgê bibin ku ji bo şermerzarkirina komploya navneteweyî bê lidarxistin.