Temellî: Li dijî tecrîdê em dengê xwe bilindtir bikin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di mîtînga Mêrsînê de axivî û got ku, “Divê em li dijî tecrîdê dengê xwe bilindtir bikin û têkoşînê geştir bikin.”

Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ye. Ji bo piştgiriya Guven, piştî Amed û Stenbolê li Mêrsînê jî mîtîngek hate lidarxistin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, parlementerên HDP’ê Fatma Kûrtûlan, Ridvan Tûran, Kemal Bulbul, Kemal Pekoz, Omer Ocalan, Semra Guzel, Pero Dundar û Tulay Hatîmogûllarî tevlî mîtîngê bûn.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di mîtîngê de axivî û qala van tiştan kir:

“Em bi hev re Leyla Guven silav dikin a ku bedena xwe daye ber greva birçîbûnê. Em deng bidin, qîrîna wê. Leyla Guven 94 roj in bang li desthilatdariya vî welatî dike. Ji bo ku di warê demokrasî û edaletê de gavan biavêjin, bang dike.Ew dizane ku bi rakirina tecrîdê ew ê aştî û edalet were vî welatî. Divê em jî wekî hevalên xwe yên li girtîgehan, li Strasboûrgê û li Hewlêrê yên ku ketine greva birçîbûnê, em têkoşînê geştir bikin.’

’20 SAL IN TECRÎD HEYE’

20 sal in tecrîd heye. Em dixwazin ku hiqûq bi cih were. Bi ser de 3 sal û nîv e ku li vî welatî tecrîdeke giran heye. 3 sal in û nîv e ku li vî welatî aştî û edalet tune. Li welat demokrasî tune. Em ji bo xwedîlêderketina demokrasiyê li ba hev in. Li Tirkiyeyê hemû kesên ku hiqûq û edaletê dixwazin divê li hemberî çalakiya Leyla Guven bihistyar bin. Li vî welatî bêyî çareseriya doza Kurdan, tu kêşe nikarin werin çareserkirin. Çareserkirina doza Kurdan tê wateya çareseriya di demokrasiyê de. Di bingeha hemû kêşeyan de doza Kurdan heye. Desthilatdariya heyî polîtîkayên şer û zilmê ferz dike. Li hemberî vê jî fikr û projeya me ya Komara Demokratîk heye. Silav ji xwediyê vê fikrê re, silav ji rêzdar Ocalan re.”

‘ÇARESERÎ BI MÛXATABAN RE DIBE’

Çareseriya doza Kurd, ji bo hebûna siyaseta demokratîk û politîkayên aştiyê tenê tenê bi mûxatabên wê re çareser dibe. Tirkiye di nava salên 2013-2015’an de bi hêviya aştiyeke demokratîk rabûn. Xwediyê vê hewldanê niha di bin tecrîdê tê hiştin me got hûn vî dengî bibirin hûnê Tirkiyeyê ber bi kaosekê ve bibin û birin jî. Em HDP’ê me got ji bo aşitî û demokrasiyê berpisyariya dikeve ser milê me em ê pêk bînin û em ê bidomînin jî. Heval û rêhevalên ev berdêl dan. Îro li girtîgehê hevserokên me yên girtî hene. Em ji Selahattîn, Fîgen, Sebahat û Îdrîs re silavan dişînin. Ne ji ber ku sûcdar in, ew di girtîgehê de ne; hezkirinek a wan heye hezkirina aştî û demokrasiyê heye. Ji ber vê jî girtî ne. Heta ku tecrîd neyê şikandin têkoşîna me wê bidome.

LI BÎRA DMME’YÊ ANÎ: LI TIRKIYEYÊ HIQÛQ TUNE

DMME’yê têkildarî mijara Cizîrê biryarek da. Gotin rêya hiqûqa navxweyî nehatiye bikaranîn. Li vir ez bang li DMME, Meclîsa Parlamenter a Parlamentoya Ewropa û hemû cîhanê dikim li vir hiqûqek nîne ku rêya wê jî hebe. Di biryara Demîrtaş de ew ev teyît kir. Dema mijar bû Cizîr li gorî berjewendiyên dewletan wek hiqûq pûç kir. Hiqûq ji bo me hemûyan pêwîst e. Li her cihekî cîhanê neheqî û bê edaletî hebe wê rojekê were deriyê wê jî bixe. Em baş dizanin li Cizîrê çi bûbû û vê zilmê çawa bajarên me hilweşand. Me ji bîr nekiriye û roj wê were em ê hesabê wê bipirsin.

‘PERÎŞAN IN KU ÇAV BERDANE ZEYTÛNÊN EFRÎNÊ’

Hizur û demokrasiya Efrînê tune kirin. Çav berdan zeytûnên Efrînê jî. Wiha perîşan û bêqîmet bûne. Niha jî qala Minbic û Rojava dikin. Derdê van ne ewlehî ye, dema ku ev qala ewlehiyê dikin baş bizanin ku wê felaketek bi serê me de were. Ewlehiya ku ev jê bawer dikin zilma li gelê Kurd e. Lê bersivekî ya gelê Kurd heye ji bo wan û di demek nêz de em ê bidin wan.

‘LI DIJÎ TIFAQA FAŞÎST MIL BIDIN MILÊ HEV’

Niha li pêşiya me hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê hene. HDP wê di vê hilbijartinê de li her cihê Tirkiyeyê têkoşîna xwe geştir bike. Di 31’ê Adarê de destpêkê em ê bi hevre qeyûman derxînin. Piştre em ê bibin desthilatdar û demokrasiyê ava bikin.

HDP li rojavayê Tirkiyeyê û bajarên mezin nîşannedayîna namzetan re pêşiya siyasetê li hêzên demokrasî, jin û kedkaran re vekiriye. Werin em bi hev re weke hêzên demokrasiyê li dijî tifaqa faşîst mil bidin milê hev û vê tifaqê hilweşînin.

Namzetên şaredariyan hatin eşkerekirin, dema em li hejmara namzetên jin dinêrin wê têgihiştinekî çawa ya desthilatdariya zilam heye em ê bibînin. Li wan binêrin û li HDP’ê binêrin. HDP partiya jinan e, HDP bi jinan ev têkoşîn ava kir û wê bi rêya jinan bidome.”