ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 17'Ê NÎSANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Nîsana 2019'an... -
Gelek Ewropî û Filistiniyan serdana Aydemîr kirin
Erol Aydemîr 28 roj in li Romayê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Parlamentera berê ya Ewropayê û alîkara serokê PE'yê Luisa Morgantini û aktîvîsta Filistinî Manal Tamimi tevî 4 kesên ji komeleya AssoPace doh serdana Aydemîr kirin. -
Tecrîd li Atînayê hate şermezarkirin
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Yewnanîstan Atînayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin. -
Serdana ji bo berxwedêrên li Strasbourgê didome
Di roja 121'ê ya berxwedana greva birçîbûnê de ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê, gelek kesî serdana çalakgeran kirin. -
Îfadeyên polîsan walîtiya Amedê li derewê qeliband
Îfadeyên polîsan ên têkilî kuştina Recep Hantaş walîtiya Amedê li derewê qeliband. Hevalê ku wê demê li gel Hantaş jî bû got, ''Li parkê em rûniştî bûn, li me reşandin''. -
Polîsên Tirk êrîş birin ser çalakiyê, 20 kes hatin destgîrkirin-NÛ BÛ
Polîsên Tirk êrîş birin ser çalakiya rûniştinê ya li ber Girtîgeha Gebzeyê ya malbatan û Hevseroka Bajêr a Stenbolê ya HDP'ê Esengul Demîr jî di nav de 20 kes destgîr kirin. -
Hiqûqnas û komeleyan: Divê tecrîda li dijî qanûnê rabe!
Koordînasyona Destaya Hiquqî ya Stenbolê, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên dewam dikin û got: “Berî ku mirin û seqetbûn pêk bên, divê teqez rêya çareseriya vê pirsgirêkê bê dîtin.” -
PKAN Danîmarka: Em dengê xwe li dijî tecrîdê bilind bikin
Hevserokê Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) a Danîmarkayê Necatî Gezen, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan bang li her kesî kir ku dakevin qadan û xwedî li berxwedana grevên birçîbûnê derkevin. -
Profesorê hiqûqê Sassolî: Statuya Rojava dikare were naskirin
Profesorê hiqûqê Marco Sassolî diyar kir dibe ku statuya Rojava dibe ku were naskirin û li Rojava dibe ku dadgeheke navneteweyî were avakirin. Sassolî bal kişand ser vî tiştî ku, tecrîda li Îmraliyê tê wateya binpêkirina mafên mirovan. -
Rûniştina doza rojnamevan Evren a di grevê de ye pêk hat
Rojnamevan Kîbriye Evren ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dîl girtî ye û 122 roj in di greva birçîbûnê de ye, rûniştina doza wê pêk hat. Dadgehê biryar da ku Evren girtî bimîne. -
Parêzeran ji bo dîtina Ocalan cara 807'an serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, cara 807'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
'Însiyatîfa Pan-Amerîka ya ji bo azadiya Ocalan' ava bû
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xurtkirina piştevaniya gelan, "Însiyatîfa Pan-Amerîka ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan re" ava bû. -
Dîroka ji 850 salî: Notre-Dame de Parîs
Katedrala Notre-Dame de Parîs yek ji sembolên dîroka Fransayê û Parîsê ye. Şewata li katedralê hate kontrolkirin. -
'Li dijî mejiyê qirker divê em dengê xwe bilind bikin'
Çakici û Yildiz: Sekna hevrê Leyla, sekna Nasir Yagiz û sekna azadiyê ya 7 hezar girtiyên li girtîgehan, me xurtir dike. -
Polîsan dor li avahiya HDP'ê girtin ku çalakgerên grevê lê ne
Polîsên Tirk dor li avahiya HDP'ê ya Mersînê girtin, ku dayikên girtiyan ên bi dorveger ketine greva birçîbûnê lê ne. -
Wekîlê Elman serdegirtina 'YPG'ê bi ber destê dadgeha federal
Parlamentera Partiya Çep Michel Brandt, ku par di dema serdana Erdogan a Berlînê de ala YPG'ê li buroya xwe daliqand, lê polîsan avêtin ser buroyê, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal da. -
Heyeta PYD'ê serdana çalakgerên greva birçîbûnê kir
Heyetek bi serokatiya Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso, li Berlînê serdana Omer Bagdûr, Cemal Kobanê, Şiyar Xelîl û Mele Mûstafa Tûzak kir ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. -
'Divê Tirkiye hurmetê nîşanî mafên Ocalan û girtiyan bide'
Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Szatmari Waldau diyar kir ku ew piştgiriyê dide greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê û got, "Divê Tirkiye hurmetê nîşanî mafên Ocalan û girtiyên siyasî bide." -
Seroka EUTCC Prof. Westrheim li ser tecrîdê li KE'yê hevdîtin kir
Seroka EUTCC'ê Prof. Kariane Westrheim, li ser çalakiyên li dijî tecrîdê bi rayedarên Ofîsa Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê re hevdîtin kir. -
ROJEVA 16'Ê NÎSANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Nîsana 2019'an. -
‘Tecrîd bi berxwedanê wê were şikandin’
Malabatên ku li pêşiya Girtîgeha Gebzeyê Çalakiya Nobedê hate astengkirin diyar kirin ku ger berxwedan nebe tecrîd nayê şikandin û banga “Li dijî mirîna zarokên me bêdeng nemînin” kirin. -
Têkildarî înfazkirina Hantaş polîsek hate girtin
Li Amedê ciwanê Kurd Recep Hantaş ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin, têkildarî înfaza Hantaş 2 polîs hatibûn destgîrkirin. Polîsek hate girtin. -
HDP: Ciwanê ku sîxûrtî qebûl nekir polîsan ew qetil kir
Ayşe Acar Başaran a HDP’yî diyar kir ku Recep Hantaş ê ku sîxûrtî qebûl nekir ji aliyê polîsan ve hatiye qetilkirin. -
Profesorê hiqûqê Sassolî: Dewleta Tirk sûcên şer kir
Profesorê hiqûqê û şêwirmendê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî Marco Sassolî diyar kir ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê sûcên şer kiriye dibe ku di dadgehên navneteweyî de were darizandin. -
Yekemîn Konferansa Ciwanên Şoreşger li Qamişloyê dest pê kir
Yekemîn Konferansa Ciwanên Şoreşger li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê dest pê kir.