ROJANE
Hemû Nûçe
-
Berxwedêrê Strasbourgê Solhan qala hesreta xwe ya Gimgimê kir
Kerem Solhan ku 129 roj in li bajarê Strasbourgê yê Fransayê di greva birçîbûnê de ye, ji ANF'ê re qala hesreta xwe ya li navçeya Gimgim a Mûşê kir. -
'Birîna me tenê li vê xakê dikare bikewe'
Garo Paylan ji bo Qirkirina Ermen got, "Heta ku li ser vê xakê hevrûbûn lê nebe, birîna me nakewe." Paylan destnîşan dike, heta ku edaleta 104 salan bi cih neyê anîn, wê polîtîkayên heyî yên li dijî Kurdan û gelên din bidomin. -
ROJEVA 24'Ê NÎSANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Nîsana 2019'an. -
Olûç bû Serokê Koma Meclîsê ya HDP’ê
Sarûhan Olûç bû Serokê nû yê Koma Meclîsê ya HDP’ê. -
Dayikan Girtiyan: Kurd divê derkevin kuçeyan
Aysel Ateş, dayika girtiyê bi navê Mehmet Veysel Ateş ku ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha T-1'ê ya Amedê di greva birçîbûnê ye, got, ''Kurd divê êdî derkevin kuçeyan''. -
Katî Pîrî: Yekîtiya Ewropa hêzê dide otorîteriya Erdogan
Raportora Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyeyê Katî Pîrî got ku “Yekîtiya Ewropayê hêzê dide otorîteriya Erdogan. YE çiqasî bêdeng bimîne wê Erdogan ew qasî tiştên di dilê xwe bike, ji ber vê jî divê li Parlementoya Ewropayê em dengekî bilind derxînin.” -
Partîzan: 1'ê Gulanê em ê li Taksîmê bin
Partîzan da xuyakirin ku tirs û xof bi berxwedanê ji holê tê rakirin û diyar kir, wê 1'ê Gulanê li Taksîmê bin. -
Encamnameya konferansa li ser bîr û ramanên Ocalan
Encamên konferansa li ser bîr û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Zanîngeha Brukselê pêk hat, hate eşkerekirin. -
Berxwedêrê girtî Bûlût: Hêviyê ji dewletê nekin, rabin ser xwe!
Zekî Bûlût ê bi du caran bi cezayê heta heta hatî cezakirin û li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Kandirê ji 6’ê Adarê û vir ve di grevê de ye, bi rêya malbatê peyamek da û got: “Rewşa hevrêyên me pir xirab e li ber şehîdbûnê ne.” -
Tûzak: Me artêşeke berxwedanê ava kir
Mele Mûstafa Tûzak ku 100 roj in li Berlînê di greva birçîbûnê de ye got, "Ez di roja 100'î ya çalakiyê de me, mîna ku min îro dest pê kiriye gelekî kêfxweş im." -
Serdanên ji bo greva birçîbûnê ya li Parîsê didomin
Ozkan Ozdemîr 22 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Serdanên ji bo Ozdemîr didomin. -
Di meşa Paskalyayê de işaret bi grevên birçîbûnê hate kirin
Li bajarê Bernê yê Swîsreyê, di Meşa Ostermarsch-Paskalyayê de işaret bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana grevên birçîbûnê hate kirin. -
'Meşaleya 14'ê Tîrmehê di destê bi milyonan mirovî de ye'
Siyasetmedarê Kurd Celalettîn Delîbaş ku di serî de zindana Amedê 24 salên wî li girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê derbas bû, serdana çalakgerên greva birçîbûnê kir. -
Koç qala bîranîna xwe ya li ser radyoya Erîvanê kir
Ji berxwedêrên greva birçîbûnê Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç, qala bîranîneke xwe ya li ser radyoya Erîvanê kir. -
ROJEVA 23'Ê NÎSANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Nîsana 2019'an. -
Jina ji bo piştevanîkirina bi çalakiyên grevan re xeleka ji mirovan çêkir
Meclîsa Jinan a HDP’ê li Esenyûrtê ji bo piştevanîkirina bi çalakiyên grevên birçîbûnê re xelekek ji mirovan çêkirin. -
Li Gebzeyê polîsan dîsan nobeta malbatên girtiyan asteng kir
Polîsan dîsan malbatên xwestin li ber Girtêgeha Gebze nobetê bigirin, asteng kirin. Malbatan peyama wê berxwedan bidome dan. -
‘Eger em hêza xwe mezin bikin wê desthilatdarî paşve gav biavêje’
Komîsyona Şopandina Grevên Birçîbûnê xwest bila tecrîd were rakirin û got; “Hêzên demokrasiyê bibin yek wê desthilatdarî dev jî têgiha xwe berde.” -
Taşdemîr: Bi tecrîdê dest pê kir, veguherî lîncê
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser dayîkan da û xwest bila tecrîd were rakirin. -
SYKP Swîsreyê, kongreya xwe ya 4'an pêk anî
Partiya Jinûve Rizgarî ya Sosyalîst (SYKP) Rêxistina Swîsreyê, di navbera 19-21'ê Nîsana 2019'an de kongreya xwe ya 4'an a asayî pêk anî. -
Li Viyanayê Kongreya Civaka Azad pêk hat
Civaka Azad a Awûstûryayê kongreya xwe li Viyanayê pêk anî. -
Îba: Hûn bi pêş ve biçin, em bi paş ve naçin
Yûsûf Îba ku rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bûye û xwînê verdişe got, "Heta ku em bi ser nekevin em ê dest ji çalakiya xwe bernedin." Îba bang li gelan û saziyan kir ku xwedî li berxwedanê derkevin. -
HDP'ê serdana Kiliçdaroglû kir
Hevserokên HDP'ê serdana lîderê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû kirin ku roja Yekşemê li Enqereyê êrîş lê hatibû kirin. -
Polîsên Tirk li Enqereyê êrîşî parazvanên mafên mirovan kirin
Polîsên Tirk bi çekan êrîş bir ser parêzer û parazvanên mafên mirovan ê li Enqereyê. Endamê Komîsyona Greva Birçîbûnê, gelek kes hatin destgirkirin. -
Kurd li Brukselê wê bangî saziyên Ewropayê bikin
Kurd û dostên wan ew ê li Brukselê bangî saziyên Ewropayê bikin ên ku li hemberî grevên birçîbûnê bêdeng in.