Profesorê hiqûqê Sassolî: Dewleta Tirk sûcên şer kir

Profesorê hiqûqê û şêwirmendê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî Marco Sassolî diyar kir ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê sûcên şer kiriye dibe ku di dadgehên navneteweyî de were darizandin.

Profesorê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Cenevreyê û Dîrektorê Akademiya Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Cenevreyê Marco Sassolî pirsên ANF’ê bersivand.

BERPIRSÊ YEKEM REJÎMA SÛRIYEYÊ

Sassolî derbarê şerê li Sûriyeyê yê ku di sala 2011’an de dest pê kiribû, got ku “Tekane berpirsyarî ya rejîma Sûriyeyê ye. Piştre jî berpirsyariya gelek welatan hene ên ku tevlî vî şerî bûne. Divê mirov berpirsyariya rêxistinên cîhadîst û Îslamî jî têxe nav hesaban. Lê mixabin em nehatine wê astê ku berpirsyariya kê de ev tişt pêk hatine. Mirov dikare bibêje ku di şerê Sûriyeyê de Neteweyên Yekbûyî (NY) rola xwe bi cih neanî. Konseya Ewlekariyê ya NY dikaribû bi hin biryaran rê li ber çalakbûna NY vekira, lê ev tişt nekir. Rûsya ya ku endamê Konseya Ewlekariyê ye, piştgirî da rejîma Sûriyeyê. Ev tişt jî bû sedem ku rejîm nikaribe bi mûxalefetê re peymanekê çêbike. Di heman demê de em dikarin bibêjin ku gelek dewletan jî nehiştin NY rola xwe bi cih bîne.”

Massolî diyar dike ku li Sûriyeyê herî zêde DAÎŞ’ê hiqûqa navneteweyî bin pê kiriye û got ku “Ji ber ku DAÎŞ li ser şîddetê ava bûbû. Pişte rejîma Esad heye. Lê rejîm vî tiştî qebûl nake. Komên cîhadîst û Îslamî jî ev sûc kirine. Ji aliyê din ve Tirkiyeyê jî sûc kir û li gelek herêman leşker bi cih kir. Tirkan hin cih dagirkirin, ev jî tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî. Hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Konseya Ewlekariyê ya NY bloke bûye.Cenevre, Astana û Soçî encamên pêvajoya guherîna li Sûriyeyê ye.”

SÛCÊN ŞER ÊN LI SÛRIYEYÊ

Massolî diyar dike ku sûcên şer ên ku li Sûriyeyê hatine kirin, bi berpirsyariya gelek hatine kirin.Massolî got ku “Li welatên wekî Elmanya, Fransa û Swêdê derbarê hin kesên ku sûcên mirovayetiyê kirine, doz hatine vekirin.Lê heta niha li dijî leşkerên Tirk tu doz nehatine vekirin. Dagirkirina cihekî tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî. Di dagirkirinê de heke sûcên şer û yên li dijî mirovayetiyê hatibe kirin divê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî werin darizandin. Divê Kurd bi belgeyan serî li wê derê bidin. Lê ev sazî dibe ku lêpirsînê nede destpêkirin, ji ber ku Tirkiyeyê şertên Dadgeha Ceza ya Navneteweyî qebûl nekiriye. Lê heke belgeyên sûcên şer hebin, derbarê leşkerên Tirk lêpirsîn dikare were destpêkirin. Di hiqûqa navneteweyî de yên ku ferman dane jî berpirsyar in lê di warê hiqûqa ceza de yên ku sûc kirine, berpirsyar in. Lê tişta balkêş ev e ku ne Tirkiye û ne jî Sûriye şertên dadgeha cezayê ya navneteweyî qebûl nake. Lê dewletên din dikarin Dadgeha Ceza ya Navneteweyî têxin nav hewldanan û bi vî awayî lêpirsîn were destpêkirin. Lê mixabin dewlet li berjewendiya xwe dinihêrin û ji berpirsyariyan direvin. Konseya Ewlekariyê ya NY dikare Dadgeha Ceza ya Navneteweyî têxe nav hewldanan lê ji ber helwesta Çîn û Rûsyayê bloke bûye. DYE jî naxwaze li hemberî Tirkiyeyê têkeve rîskeke wisa. Lê Konseya Ewlekariyê ya NY dikare di demên pêş de ji bo darizandina Tirkiyeyê biryaran bide. Mînaka vî tiştî me li Lîbyayê dît.”

TIŞTÊN LI SÛR Û CIZÎRÊ HATINE KIRIN DIKARE LI DADGEHÊN NAVNETEWEYÎ WERIN DARIZANDIN

Massolî diyar kir ku hilweşandina Sûr û Cizîrê dikare li dadgehên navneteweyî de were darizandin û got ku “Ji ber ku li wê derê sûcên şer hatin kirin, bajar hatin hilweşandin û kesên sivîl mirin. Ev sûcên şer in. Tiştên ku li wê derê hatine kirin sûcên li dijî mirovayetiyê ye.”