ROJEVA 16'Ê NÎSANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Nîsana 2019'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Szatmari Waldau diyar kir ku ew piştgiriyê dide greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê û got, "Divê Tirkiye hurmetê nîşanî mafên Ocalan û girtiyên siyasî bide."

- Seroka EUTCC Prof. Kariane Westrheim, li ser çalakiyên li dijî tecrîdê bi rayedarên Ofîsa Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê re hevdîtin kir.

-Salîh Akman ê AKP'î ku YSK'ê ew kir Şaredarê Tûşbayê, derket holê ku berî 2 salan ketiye hilbijartina ji bo rêveberiya apartmana xwe, lê li apartmanê jî nehatiye hilbijartin.

- Hevberdevka Delegeyên Amedê ya KCD'ê Zelal Bîlgîn: Bicihhatina daxwazên mafdar û rewa yên Leyla Guven wê bike ku Tirkiye demokratîk bibe û gelên Tirkiyeyê bibin xwedî atmosfereke aştî û aramiyê.

- Hasbî Çakici û Huseyîn Yildiz, 3 meh in li bajarê Den Haag ê Hollandayê di greva birçîbûnê de ne. Her du berxwedêr ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin, divê gelê Kurd li dijî mejiyê qirker li her derê dengê xwe bilind bike.

- Profesorê Hiqûqê û şêwirmendê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî Marco Sassoli diyar kir, li gorî hiqûqa navneteweyî statuya Rojava dikare bê naskirin û bi vî rengî dadgeheke navneteweyî li Rojava dikare bê avakirin.

- Heyetek bi serokatiya Hevseroka PYD'ê Ayşe Heso, li Berlînê serdana Omer Bagdûr, Cemal Kobanê, Şiyar Xelîl û Mele Mûstafa Tûzak kir ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne.

- Parlamentera Partiya Çep Michel Brandt, ku par di dema serdana Erdogan a Berlînê de ala YPG'ê li buroya xwe daliqand, lê polîsan avêtin ser buroyê, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal da.