ROJANE
Hemû Nûçe
-
Malpera Ajansa Nûçe Ciwan cara 27'an hate astengkirin
Ajansa Nûçeyan a Nûçe Ciwan timî di hedefa êrîşên sansurê yên dewleta Tirk de ye. Malpera ajansê cara 27'an li Tirkiyeyê hate qedexekirin. -
Reshîd: Tirkiye polîtîkayên DAÎŞ’ê li ser Efrînê pêk tîne
Li ser navê Yekîtiya Jinên Rojava Moûshîra Mala Reshîd diyar kir ku Tirkiye li Efrînê polîtîkayên Tirkkirinê û qirkirinê dike. Reshîd got ku “Heta AKP û Erdogan hebe wê DAÎŞ bidome.” -
Bîlançoya çalakiyên DGH’ê yên di meha Adar û Nîsanê de
DGH’ê encamên çalakiyên meha Adar û Nîsanê eşkere kir ên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn lidarxistin. -
Şehîd Lorenzo Orsetti li Romayê hate bîranîn
Şervanê YPG'ê Şorenzo Orsetti ku di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bû, li Zanîngeha Sapienza ya Romaye hate bîranîn. Erol Aydemîr ê ku 28 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye tevlî çalakiya bîranîna Orsetti bû. -
Pirtûka Ocalan li Swîsreyê tê nasandin
Bergê 2'emîn ê Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk ku bi zimanê Elmanî hatiye wergerandin, li Swîsreyê tê nasandin. -
ROJEVA 18'Ê NÎSANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Nîsana 2019'an. -
HDP’ê ji bo li Tetwanê hilbijartin nû bê kirin serî li YSK’ê da
HDP’ê ji bo Tetwan a li 4 navnîşanan 888 hilbijêr hene ya ku ne mimkûn ji bo betalkirina hilbijartinê û ji nû ve dubarekirinê îtirazekî rewşa awarte serî li YSK’ê da. -
Tûran: Demildest dawî li cendereya tecrîdê bînin
Parlamenterê HDP’ê Ridvan Tûran di çalakiya li pêşiya Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê ya ji bo balkişandina li ser rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de axivî û got; “Demildest dawî li cendreya tecrîdê bînin.” -
Îmamoglû yê CHP’yî mazbataya xwe stend
Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû piştî 16 rojan mazbataya xwe stend. -
Farîsogûllarî: Polîsan yekser fermana ‘lêxin’ da
Mûsa Farîsogûllarî ku di êrîşa polîsan a li Amedê de birîndar bûbû diyar kir ku bi konsepta nû re armanca wan tasfiyeyea Kurdan e. -
Polîsan li pêşiya Girtîgeha Gebzeyê çalakiya rûniştinê asteng kir
Malbatên girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de xwestin di roja 9’emîn de li ber Girtîgeha Gebzeyê çalakiya nobetê li dar bixin carek din polîsan ew asteng kirin. -
ÎHD: Girtiyên di greva birçîbûnê de, di sînorê mirinê de ne!
Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê diyar kir girtiyên di greva birçîbûnê di sînorê mirinê de ne û demildest daxwaza bidawîkirina tecrîda Îmralî kirin. -
Rojeva YSK’ê hevşaredarên BHQ’yî ne
Saziya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ji ber îtîraza HDP’ê wê rewşa hevşaredarên KHK’ê nîqaş bikin. AKP jî diyar kir ku yên BHQ’yî ne,mafê wan ê hilbijartinê tune. -
Endamên Parlementoya Ewropayê çûn serdana çalakgerên grevê-NÛ BÛ
Du endamên Parlementoya Ewropayê li Strasboûrgê çûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê. -
Zarîfî piştî Esad bi Erdogan re civiya
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Cevad Zarîf piştî serdana du rojan a li Sûriyeyê li Enqerê bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re civiya. -
Swîsre: Em grevên birçîbûnê ji nêz ve dişopînin!
Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê ragihand, ew grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên, 'ji nêz ve dişopînin'. -
MKP’ê kongreya xwe ya 4’emîn li dar xist
Partiya Maoîst Komunîst kongreya xwe ya 4’emîn li dar xist û got ku “Her hewldana di şertên faşîzmê de wateya xwe ya serkeftin û şoreşgeriyê heye.” -
Ata: Divê rojeva her kesî tecrîd be
Endama TJA’yê Ayla Akat Ata, diyar kir ku tecrîd ne tenê Kurdan, her kesî eleqedar dike, lewre divê rojeva her kesî tecrîd be. -
Weerts a Hollandî: Mirov ji ber bêdengiya Ewropayê fedî dike
Aktîvîsta Hollandî Lida Weerts ku ji bo bidawîbûna tecrîdê tevlî greva birçîbûnê bû, diyar kir ku bêdengiya dinyayê ya li pêşberî grevên birçîbûnê cihê şermê ye. -
Rewşenbîrên Fransî: Ji bo hûn rabin, divê çalakger bimirin?
Hunermend, parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedarên Fransayî li ser grevên birçîbûnê metneke hevpar li Humanite'yê weşandin û pirseke wiha kirin: "Ji bo Fransa hişyar bibe ku welatekî mafên mirovan e, gelo divê çalakgerên li Strasbourgê bimirin?" -
Li Stenbolê polîsên Tirk avêt ser malan: 2 kes hatin destgîrkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî ku polîsên Tirk li navçeya Maltepe ya Stenbolê pêk anî de endamên HDP’ê Vedat Çelîk û Faysal Komurcu hatin destgîrkirin. -
Serlêdana parêzeran careke din hate redkirin
Serlêdana cara 807'an a parêzerên Ocalan hate redkirin. -
Çalakgerên li Stockholmê: Bêdeng nemînin
Çalakgerên ku ji Norwêc û Danîmarkayê hatin paytexta Swêd Stockholmê û dest bi greva birçîbûnê kirin, nerazîbûn nîşanî hikumet û medya Ewropayê dan ku xwe ker, kor û lal dikin. -
Ozdemîr 16 roj in di greva birçîbûnê de ye
Endamê AvEG-Konê H. Ozkan Ozdemîr, 16 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Çalakiya Ozdemîr li Parîsê didome. -
Beştaş: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
Wekîla HDP'ê û hiqûqnas Meral Daniş Beştaş diyar kir, israra di tecrîdê de tê wateya israra di êşkenceyê de û bi bîr xist, êşkence jî sûcekî li dijî mirovahiyê ye ku dem di ser re derbas nabe.