Necatî Gezen ku doh li paytexta Swêd Stockholmê dest bi greva birçîbûnê kir, ji ANF'ê re axivî û got, "Leyla Guven 7'ê Mijdarê dest bi çalakiyekê kir ku hest û daxwazên Kurdan nîşan dide. Hevala me Leyla 160 roj in di greva birçîbûnê de ye, lê li pêşberî vê yekê bêdengî heye. Dinyayê xwe ker, lal û kor kiriye. Daxwazên Leyla û bi hezaran girtiyan ji nedîtî ve tê."
Gezen destnîşan kir ku bêdengiya dinyayê nayê qebûlkirin û got, "Dibe ku sedemeke vê jî ew be ku em Kurd bi têrkerî li hev nacivin. Bi navê PKAN Danîmarkayê bang li gelê Kurd, Kurdên Anatoliya Navîn û dostan dikim. Em bibin yek. Em bi hev re tevbigerin. Dawî li vê tecrîdê bînin. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Eger em bibin yek û dengê xwe bilind bikin, bêguman wê dinya dengê me bibihîze."