‘Tecrîd bi berxwedanê wê were şikandin’

Malabatên ku li pêşiya Girtîgeha Gebzeyê Çalakiya Nobedê hate astengkirin diyar kirin ku ger berxwedan nebe tecrîd nayê şikandin û banga “Li dijî mirîna zarokên me bêdeng nemînin” kirin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Malbatên girtiyan jî li ber Girtîgeha Tîpa M’yê ya Gebzeyê çalakiya nobetê dabûn destpêkirin. Çalakiya malbatan di roja 6’an de didome.

Îro dîsan polîsan çalakiya malbatan asteng kirin, malbat derbasî avahiya Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) ya navçeya Gebzeyê bûn  û daxuyanî dan çapemeniyê.

Yek ji dayikên li ber Girtîgehea Gebze Nobetê digirin Cemile Aydin, bertek nîşanî helwesta polîsan da û wiha got: “Em ji bo piştevaniya zarokên xwe di grevê de ne. Em ji bo zarokên xwe li vir in. Em ne dikarin razên û ne dikarin xwarin bixwîn. Heta niha 7 cenaze ji girtîgehan derket. Çawa  cenaze derdikevin bi şev bi lez û beş defin dikin û destûr nadin şîna wan jî dîtin. Ev çawa misilmanî ye. Bi rojan e em li vir in. Destûr nadin em li vir rûnên."

Dayika Nihat EKmez Fehîme Ekmez jî diyar kir ku ew ji zarokên xwe ne çêtir in û wiha got: "Ma em ji zarokên xwe pir baştir in? Dema zarokên me li girtîgehê birçî bin em nikarin xwarin bixwin. Em ji bo zarokên xwe li vir in. Ji bo kes nemirin û cenaze dernekevin em li vir in."

Sabiha Bozan jî anî ziman ku kezeba wan dişewite û wiha got: "Zarokên me bi mehan in di grevê de ne. Em dayik in. Em jin in û dayikên vî welatî ne. Em tika dikin ku tecrîda li ser gelê me rakin. Em dixwazin gavekê bavêjin. Bila parêzer û malbata Ocalan biçin hevdîtin bikin. Bila tecrîdê rakin ku zarokên me jî dest ji çalakiya grevê berdin. Em tiştekî naxwazin. Hefteyek e em li ser van kolanan nobetê digirin. Heta niha gavek ji bo daxazên girtîyan neavêtne. Derdê me aştiya vî welatî ye. Mafê mirovan çiye em mafê xwe yê mirovî dixwazin. Em heq, hiqûq û edaletê dixwazin. Ev welat ne tenê malê kesekî ye. Ev welat, axa hemû gelên li Tirkiye dijî ye. Em carek din bang dikin ku vê tcrîdê rakin. Bila tecrîdê rakin ku zarokên me jî dest ji tecrîdê berdin."

Cemîle Çiftçî ku 23 salin birayê wê di girtîgehê de ye jî wiha got: "Ji bo parêzer û malbat bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin em li vir di çalakiyê de ne. Heta ku tecrîd bi dawî nebe em dest ji vê çalakiyê bernadin. Heta tecrîd bi dnawî nebe em dawî li çalakiya nobetê nînin. Li gelan zilmê dikin. Em maf u hiqûqa xwe dixwazin:"