HDP: Ciwanê ku sîxûrtî qebûl nekir polîsan ew qetil kir

Ayşe Acar Başaran a HDP’yî diyar kir ku Recep Hantaş ê ku sîxûrtî qebûl nekir ji aliyê polîsan ve hatiye qetilkirin.

Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran têkildarî qetilkirina Recep Hantaş a ji aliyê polîsan ve daxuyaniyek nivîskî da.

‘KARÊ SÎXÛRTIYÊ LI SER HATE FERZKIRIN’

Başaran got; “Şeva Şemiyê li Sumerpark a Amedê ciwanê bi navê Recep Hantaş li nêzî dikana xwe ya xurdefiroşî ji aliyê polîsan ve hate gulebarankirin. Hantaş ji ser, zig û lingê xwe gule xwar û hate qetilkirin. Cenazeyê ciwanê hatî qetil kirin ji aliyê birayê wî ve hate teşhîs kirin û piştre ji derveyî malbatê destûr nehate dayîn ku kesek beşdarî cenaze bibe û cenaze hate veşartin. Ferdên malbatê daxuyanî dan û gotin polîsan timî Hantaş tacîz dikirin û bi gotina, ''Polîsan tim li GBT'ya wî dinerî û digotiyê, ''hûn terorîst in'' û tim tehrîk dikirin. Bi gotinên, 'tiştên siyasî nekin, diziyê bikin, hevalên xwe yên ku her karî dikin bibêjin, em ê we biparêzin' tim zext û zordarî li ser dikirin. Ciwanê ku sîxûrtiya polîsan qebûl nekir bi vekirî ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin.”

‘DI DEMA SOYLÛ DE KUJER TÊN XELAT KIRIN’

Başaran balkişand kuştinên di dema Soylû de û got; “Ev cînayet ne cinayeta destpêkê ya bi keyfî ye. Bi taybet di dema Suleyman Soylû de sûcên êşkence, înfazên bêdaraz, binpêkirinên mafên mirovan û miameleya xirab hêzên ewlehiyê dihatin xelatkirin. Bi van kiryaran re dixwazin sûcên li dijî mirovahiyê kirine veşêrin.”

HIŞYARÎ

Başaran diyar kir ku li bajarên Kurdan kuştina kalan, ciwan, zarokan weke rewşekî asayî lê hatiye û ev hişyarî da; “Em carek din hişyarî didin ku encamên van bûyeran windabûna ruhê edaletê ya civakê ye. Divê herkes bizane rastî wê di taritiyê de nemîne û wê derkeve holê. Yên van cinayet û komkujiyan dikin, yên manîpule dikin û yên bê ceza dihêlin zû yan dereng wê werin darizandin û cezayên pêwîst were dayîn.

Em HDP daxwaz dikin ku faîlên van cinayetan demildest ji peywirê werin girtin û bêne girtin, ji raya giştî re radigihînin ku em ê mudaxilî  hemû qonaxên darizandinê bibin.”