Yekemîn Konferansa Ciwanên Şoreşger li Qamişloyê dest pê kir

Yekemîn Konferansa Ciwanên Şoreşger li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê dest pê kir.

Konferans li navenda Mihemed Şêxo pêk tê û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.

Di konferansê de 500 ciwanên ji deverên cuda yên herêma Cizîrê beşdar dibin, her wiha berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomasiyê ya TEV-DEM`ê Aldar Xelîl û nûnerên MSD`ê jî lê amade bûn.

Piştre Berpirsyarê Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl axivî.

Xelîl diyar kir ku konferans ji bo afirandina Sûriyeyeke demokratîk karekî girîng e û destnîşan kir, gotina şoreşger herî zêde li ciwanan tê.

Xelîl got, "Bi saya ciwanên xwe em gihîştin vê astê. Bi vê konferansê re wê ciwan hîn bêhtir bi karên şoreşgerî rabin. Her wiha wê rola ciwanan a di Sûriyeyeke demokratîk de mezintir bibe.

Piştî axaftina Xelîl Hevpeymana Ciwanên Şoreşger hate xwendin.

Konferans bi axaftinan didome.