Têkildarî înfazkirina Hantaş polîsek hate girtin

Li Amedê ciwanê Kurd Recep Hantaş ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin, têkildarî înfaza Hantaş 2 polîs hatibûn destgîrkirin. Polîsek hate girtin.

Recep Hantaş ê 20 salî roja Yekşemê saet 03:20’an li navçeya Yenîşehîr a navenda bajarê Amedê ji aliyê polîsan ve hatibû înfazkirin. Li ser laşê Hantaş 3 birînên fîşekan hatibû testpîtkirin.

Piştî înfazê polîsan ji birayê Recep Hantaş Efe Hantaş re gotibû “bi şaştî kuştine” lê Walitiyê jî bi hinceta li gorî îhtara “raweste” tevnegeriyaye parastina înfazê kiribû.

Li Amedê di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve hatibû vekirin, 2 polîs hatibûn destgîrkirin. Herdu polîs ji bo îfade wergiritna wan îro sewqî Edliyeyê hatin kirin.

Dadgeha Nobedar têkildarî polîsekê biryara girtinê da û polîsê din jî bi şertê kontrola edlî berda.