Dîroka ji 850 salî: Notre-Dame de Parîs

Katedrala Notre-Dame de Parîs yek ji sembolên dîroka Fransayê û Parîsê ye. Şewata li katedralê hate kontrolkirin.

Şewat roja Duşemê saet 18:50 derket. Sedema wê hîn nayê zanîn. Li ser bûyerê lêpirsînê dest pê kir. Bala tevahiya dinyayê doh bi şev li ser wê bû.

Bi sedan tîmên arkujiyê ji bo vemirandina şewatê kar kirin. Li gorî arkujiya Parîsê, du ji sê parên banê katedralê şewitî. Lê belê du kûle xera nebûn. Lê kûleya ji 93 metreyî xera bû.

Li nava katedralê jî xisareke mezin rû da. Tablo şewitîn. Tê îdîakirin ku karê restorekirinê yê li ser banê katedralê dibe ku rê li ber şewatê vekiribe.

WÊ JI NÛ VE BÊ SERERASTKIRIN

Serokkomar Emmanuel Macron got, "Em ê Notre-Dame jinûve sererast bikin." Nayê zanîn bê avakirin wê çiqasî bidome. Hinek dibêjin wê demeke dirêj bidome, li gorî hinekan jî wê di demeke kurt de bê avakirin.

Ji bo avakirinê jî wê di asta neteweyî de kampanya alîkariyê bê kirin. Malbata Pinault ku yek ji dewlemendên Fransayê ye, 100 milyon Euro alîkarî da. Koma LVMH û malbata Arnault jî alîkariya ji 200 milyon Euroyî dan. Herêma Parîsê paketa alîkariya lezgîn a ji 10 milyon Euroyî da.

KURDAN PIŞTGIRÎ DAN

Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê jî peyamek weşand û diyar kir, ew bi civaka Katolîk re ne.

KATEDRALA NOTRE-DAME DE PARÎS

Notre-Dame de Parîs weke dergûşa antîk a paytext Parîsê tê dîtin. Li ser 'giraveke' li nava çemê Seineyê ye. Demeke dirêj avahiya herî bilind a bajêr bû. Di nava 200 salî de hate çêkirin. Sala 1163'an dest pê kir û di nava sedsala 14'an de çê bû.

Notre-Dame ku xwedî dîrokek ji 850 salî ye, di heman demê de weke çavkaniyeke wêjeyê tê naskirin û bi navê "katedrala helbestan" tê naskirin. Gelek nivîskarên Fransayî û biyanî jê sûd wergirtin. Yek ji van jî Victor Hugo ye.