ROJEVA 17'Ê NÎSANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Nîsana 2019'an...

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Kolektîfên Jinan ên Femînîst ên Zurichê nameyek ji Leyla Guven re nivîsî û diyar kir, "Di navbera me de sînor jî hebin em ji bo heman dinyaya bedew têdikoşin. Têkoşîna me ya bi gelê Kurd re wê bidome."

- Dewleta Tirk, mîna li Tirkiyeyê li herêmên Efrîn û Şehbayê yên dagirkirî, kincên cuda li DAÎŞ'ê dike û vê rêxistina çete ji nû ve bi rêxistin dike. Navenda vê rêxistinbûnê jî Bab e.

- Nasir Yagiz li Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê 148 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ye. Pirsgirêkên tenduristiyê yên Yagiz didomin.

- Wekîla HDP'ê û hiqûqnas Meral Daniş Beştaş diyar kir, israra di tecrîdê de tê wateya israra di êşkenceyê de û bi bîr xist, êşkence jî sûcekî li dijî mirovahiyê ye ku dem di ser re derbas nabe.

- Hunermend, parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedarên Fransayî li ser grevên birçîbûnê metneke hevpar li Humanite'yê weşandin û pirseke wiha kirin: "Ji bo Fransa hişyar bibe ku welatekî mafên mirovan e, gelo divê çalakgerên li Strasbourgê bimirin?"

- Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata, berxwedana grevên birçîbûnê ya Leyla Guven û 7 hezar girtiyên siyasî nirxand û diyar kir, daxwaza çalakgeran daxwazeke civakî ye û divê bersiva wê jî civakî be.