Rûniştina doza rojnamevan Evren a di grevê de ye pêk hat

Rojnamevan Kîbriye Evren ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dîl girtî ye û 122 roj in di greva birçîbûnê de ye, rûniştina doza wê pêk hat. Dadgehê biryar da ku Evren girtî bimîne.

Rojnamevan Kîbriye Evren 9'ê Cotmeha 2018'an li Amedê di operasyona dijî siyasetmedaran de li gel 142 kesan hatibû binçavkirin û girtin. Rûniştina 4'emîn a Doza Evren li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.

Evren a ji 16'ê Kanûna 2018'an ve li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerên Evren, Resûl Tamûr û Pîrozhan Karalî li rûniştinê amade bûn. Malbata Evren û rojnamevanan rûniştin şopandin. 

Evren daxwazname şand ji heyeta dadgehê re û diyar kir ku heta tecridkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî nebe, daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bi cih neyê anîn, ew tev li rûniştinê nabe.

Serokê heyeta dadgehê diyar kir ku dosyayek li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ku der barê Evren de hatiye vekirin û ev dosya heyî kirine yek. Dozger jî axivî û got: "Evren di nava TJA'yê de kar dike. Ji qada çapemeniyê berpirsiyar e. Li ser Evren îfadeya 3 şahidên nepen hene."

Dozger der barê Evren de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" ji 7.5 salan heta 15 salan û ji "propaganda rêxistinê" jî heta 5 salan bi giştî heta 20 salan cezayê hepsê xwest.

Parêzerên Evren Pirozhan Karalî û Resul Tamur, ji bo der barê mutalaya dozger de parastinê bikin dem xwestin. Tamur diyar kir ku der barê Esra Solin Dal, Mehmet Akdogan û Savaş Aslan doz hatibû vekirin û heyetê biryara beraatê da. Tamur xwest der barê muwekila wê Evren de jî heman biryar bê dayîn û serbest bê berdan.

Heyeta Dadgehê piştî rûniştina dozê pêk hat biryara navberê da û biryar da ku Evren girtî bimîne. Rûniştin jî ji bo 7'ê Gulanê hate taloqkirin.