'Li dijî mejiyê qirker divê em dengê xwe bilind bikin'

Çakici û Yildiz: Sekna hevrê Leyla, sekna Nasir Yagiz û sekna azadiyê ya 7 hezar girtiyên li girtîgehan, me xurtir dike.

Hasbî Çakici û Huseyîn Yildiz, nêzî 3 meh in li bajarê Den Haagê yê Hollandayê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne.

Her du berxwedêr ji ANF'ê re axivîn û gotin, li dijî mejiyê qirker divê gelê Kurd li her cihî dengê xwe bilind bike.

ÇAKICI: DIVÊ EM DENGÊ LEYLA GUVEN BILINDTIR BIKIN

Peyama her du çalakgeran wiha ye:

Hasbî Çakici: Hevrê Leyla Guven û Nasir Yagiz dest bi vê pêngavê kirin û em jî tevlî bûn. 86 roj in em li bajarê Den Haagê yê Hollandayê di greva birçîbûnê de ne. 

Ti pirsgirêkeke min a tenduristiyê nîne. Bêguman serêşî heye, ku ev jî normal e. Lê belê pirsgirêkeke min a giran nîne. Em bang li gelê Kurd, mirovahiyê û her kesên xwestî hesta berpirsyariyê dikin... Zêdeyî 7 hezar hevrêyên me li zindanan, li Ewropayê û li her devera dinyayê gelek hevalên me di greva birçîbûnê de ne. Li dijî mejiyê faşîst û qirker ê desthilatdariya heyî, divê gelê me li her derê dengê xwe bilind bike. Divê em dengê hevrêya xwe Leyla bilind bikin.

Daxwazên me ev e, dayikên girtiyan nirxên me yên herî pîroz in. Her roj rê digirin, bi faksan her wiha bi çalakiyên cuda xwedî li zarokên xwe derdikevin û di şexsê wan de xwedî li zarokên gelê Kurd hemûyan derdikevin. Divê em piştgiriyê bidin wan. Tecrîd wê ji holê bê rakirin, faşîzm wê bê hilweşandin û gelê Kurd wê azad bibe.

YILDIZ: DIVÊ BALA ME LI SER TÊKOŞÎNÊ BE

Huseyîn Yildiz: Ji 19'ê Çileyê ve em li bajarê Den Haagê yê Hollandayê di greva birçîbûnê de ne. Ji aliyê bedenî ve hinek pirsgirêk rû didin. Lê belê divê bala me li ser têkoşînê be, ku ev yek moralê mirovan zêde dike. Sekna hevrê Leyla, sekna Nasir Yagiz û sekna azadiyê ya 7 hezar girtiyên li girtîgehan, me xurtir dike. Serketinê ji çalakgeran hemûyan re dixwazim, hurmetên xwe pêşkêş dikim.

Me her tim got; ev pêngav gelekî mezin e, pêngava fînalê ye û yekane şertê biserketina vê pêngavê jî ew e ku hêzên demokratîk û gel bibin beşek ji pêngavê û berxwedana azadiyê bixin meriyetê. Dema ku me ev xurtir kir, hingî ti sedem namîne ku neyê biserxistin.

Bi hêza 8'ê Adarê, Newrozê û sîleya ku 31'ê Adarê di hilbijartinê de li faşîzma AKP/MHP'ê hate xistin, em piştrast in ku gelê Kurd wê 1'ê Gulanê û dema piştî wê giraniyê bide ser têkoşînê. Her kesên berxwedêr silav dikim, hurmetên xwe pêşkêş dikim.