Tecrîd li Atînayê hate şermezarkirin

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Yewnanîstan Atînayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Çalakî ji aliyê Yekîtiya Çalakiyê ya Yewnanîstanê ve hate organîzekirin û li meydana Akademiayê dest pê kir. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, PKK, HPG, rêxistinên çep hatin hildan û dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo", "Bijî piştevaniya şoreşgerî" û "Azadî ji Ocalan re" hatin qîrîn.

Li ser berxwedana grevên birçîbûnê belavok hatin belavkirin û ji saziyên navneteweyî hate xwestin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

Çalakgerên ku di ber Parlamenta Yewnanîstanê re meşiyan, li ber Konsolosxaneya Tirk mîtîngek pêk anîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, sirûda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin.

Aktîvîstê Tevgera Ciwanên Şoreşger Serhat Karayiz daxuyaniyek da û bal kişand ser bêdengiya CPT.

Metîn Tekîn bi navê Navenda Çanda Kurdistanê axivî û got, "Heta ku tecrîd bi dawî nebe wê grevên birçîbûnê bi dawî nebin, heta ku Rêber Apo azad nebe, berxwedana gelê Kurd jî wê bi dawî nebe."

Di dawiya çalakiyê de belavok li ser berxwedana grevên birçîbûnê hate xwendin û çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.