Wekîlê Elman serdegirtina 'YPG'ê bi ber destê dadgeha federal

Parlamentera Partiya Çep Michel Brandt, ku par di dema serdana Erdogan a Berlînê de ala YPG'ê li buroya xwe daliqand, lê polîsan avêtin ser buroyê, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal da.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan Îlona bihurî hatibû Berlînê û dest bi danûstandinan kiribû. Endamê Meclîsa Federal ê ji Partiya Çep Michel Brandt, ji bo hevkariya hikumeta federal a bi serokatiya Merkel a bi rejîma Enqereyê re şermezar bike û piştgiriyê bide Rojava, li her sê paceyên buroya xwe ya li nêzî otela ku Erdogan lê dima, ala YPG'ê daliqandibû.

Polîsan piştî demekê bêyî agahiyê bidin Brandt û rayedarên Partiya Çep ên li Meclîsa Federal, yekser avêtin ser buroyê û dest danîn ser alên YPG'ê. Koma Partiya Çep serî li Serokê Meclîsa Federal Wolfgang Schaeuble dabû û li nêrîna wî pirsî bû.

SEROKÊ MECLÎS PIŞTGIRÎ DABÛ POLÎSAN

Schaeuble yê ji partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) jî piştgirî dabû polîsan û gotibû, "Tirs û fikar hebûn ku alîgirên Erdogan ên çav li alê bikevin êrîşî Meclîsa Federal bikin, lewma al hate daxistin."

Ji ber ku Meclîsa Federal bi xemsarî nêzî bûyerê bû, parlamenterê Partiya Çep Michel Brandt serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal. Brandt diyar kir, li dijî destûra bingehîn e ku polîs bêyî agahiyê bidin wî ketin buroya wî. Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal jî serlêdan qebûl kir û tê payin rojên bê biryara xwe bide.