Heyeta PYD'ê serdana çalakgerên greva birçîbûnê kir

Heyetek bi serokatiya Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso, li Berlînê serdana Omer Bagdûr, Cemal Kobanê, Şiyar Xelîl û Mele Mûstafa Tûzak kir ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne.

4 aktîvîstên Kurd ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Kassel, Nurnberg û Duisburg ên Elmanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin, meha Adarê biryar dan ku çalakiya xwe li paytext Berlînê bidomînin.

Berxwedêr Cemal Kobanê, Omer Bagdûr, Mele Mûstafa Tûzak û Şiyar Xelîl, li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NAV-DEM) çalakiya xwe didomînin û rojane serdanên piştevaniyê ji bo wan tên kirin.

Kesên ku doh hatin serdana aktîvîstan, heyetek ji Rojavayê Kurdistanê bû. Heyeta bi serokatiya Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso ku ji bo hin danûstandinan li Berlînê ye, serdana çalakgeran kir.

Heyet ji aliyê Hevserokê NAV-DEM'ê yê Berlînê Erhan Firat ve hate pêşwazîkirin. Tevî Hiso, Hevseroka Baskê PYD'ê yê Jinan a Efrînê Noşîra Mele, berpirsyarê penaberên Efrînî yên li Şehbayê Îdrîs Waqqas û nûnerên PYD'ê yên li Berlînê cihê xwe di nava heyetê de girtin. Malbatên Omer Bagdûr û Cemal Kobanê jî ji Kasselê serdana çalakgeran kirin.

'DAXWAZA WE DAXWAZA ROJAVA YE'

Zarokên aktîvîstan di dema çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Em bi we serbilind in ji ber çalakiya we" vekirin. Hevseroka PDY'ê Ayşe Hiso di dema serdanê de axivî û diyar kir, ew piştgiriyeke xurt didin daxwazên çalakgeran.

Hiso bal kişand ser rol û mîsyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Tevî ku rewşa we ya tenduristiyê nebaş bûye hûn çalakiya xwe didomînin. Rojava bi temamî piştgiriyê dide vê daxwaza we. Me silavên gelê Rojava ji we re anîn. Divê em ji bîr nekin ku çavkaniya berxwedana dîrokî ya 57 rojî ya li Efrînê Serok Apo ye. Çawa ku gelê Rojava bi taybetî jinên azad ên bi nêrînên Serok Apo afirîn dawî li DAÎŞ'ê anîn, wê ev tecrîd jî teqez ji holê rabe."

Tevî ku rewşa wan a tenduristiyê nebaş bûye jî Cemal Kobanê û Omer Bagdûr 78, Şiyar Xelîl 81 û Mele Mûstafa Tûzak jî 94 roj in di greva birçîbûnê de ne.