Polîsan dor li avahiya HDP'ê girtin ku çalakgerên grevê lê ne

Polîsên Tirk dor li avahiya HDP'ê ya Mersînê girtin, ku dayikên girtiyan ên bi dorveger ketine greva birçîbûnê lê ne.

Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dayikên girtiyan 3 roj in li Mersînê li avahiya HDP'ê ya bajêr di greva birçîbûnê de ne. Polîsên Tirk doh bi şev avêtin ser avahiyê.

2 kesên ku hatibûn serdana çalakgeran, ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin. Polîsan ji wan re gotin, "Ji yên li jorê re bêjin, bila greva birçîbûnê bi dawî bikin" naxwe wê dest ji wan bernedin.

Parêzer û rêveberên HDP'ê yên bajêr hatin avahiyê û diyar kirin ku ev helwest hiquqî nîne û pirsîn bê biryara dozgeriyê heye yan na. Polîsan jî gotin ku wê biryara dozgeriyê piştre werbigirin. Polîsên Tirk demeke dirêj li avahiyê man û li ser vê yekê, rêveberên HDP'ê yên bajêr piştî hevdîtina bi dayikên çalakger re ji polîsan re gotin, "Dayik dibêjin wê dest ji çalakiya xwe bernedin. Ev biryara wan e."

Polîsan jî diyar kirin ku ji bo bidawîbûna çalakiyê wê heta sibe bisekinin û ji avahiyê derketin.