'Divê Tirkiye hurmetê nîşanî mafên Ocalan û girtiyan bide'

Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Szatmari Waldau diyar kir ku ew piştgiriyê dide greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê û got, "Divê Tirkiye hurmetê nîşanî mafên Ocalan û girtiyên siyasî bide."

Parlamentera Partiya Çep a Swêdê û endama Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ilona Szatmari Waldau nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da. Waldau diyar kir, divê Tirkiye hurmetê nîşanî mafên Ocalan û girtiyan bide û destnîşan kir, nêrîna Parlamenta Ewropayê ya ji bo rawestandina danûstandinên endametiyê yên bi Tirkiyeyê re, erênî ye. Waldau got, "Heta ku demokratîk nebe, nabe ku Tirkiye bibe beşek ji Ewropayê."

Waldau destnîşan kir, dema ku Tirkiyeyê bi rastî jî demokrasî bi cih anî, dawî li zext û komkujiya li Kurdan tê kirin anî û girtiyên siyasî berda, wê hingî tevlî Yekîtiya Ewropayê bibe.

DIVÊ PÊKANÎN LI SER TIRKIYEYÊ BÊN FERZKIRIN

Waldau diyar kir, ji ber binpêkirina mafên mirovan divê hin pêkanîn li ser Tirkiyeyê bên ferzkirin û got, "Heta ku Yekîtiya Ewropa Tirkiyeyê li dijî penaberan weke nobedarê sînorê xwe bi kar bîne, wê nikaribe pêkanînan lê ferz bike. Ev yek, sedemeke bêdengiya Yekîtiya Ewropayê ye. Lê belê, sala 2015'an beriya destpêkirina pêla penaberan a ber bi Ewropayê ve, Yekîtiya Ewropayê li gel binpêkirinên mafên mirovan jî alîkariya pereyan bi Tirkiyeyê re kir. Ewropa naxwaze binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê ku di asteke giran de ye, bibîne."

Waldau destnîşan kir, divê Yekîtiya Ewropa pêkanînê siyasî ferz bike û got, "Mînak; ji bo hin civînan rayedarên Tirk dikarin neyên vexwendin. Sefîrên bilind ên li Tirkiyeyê dikarin bên vekişandin û sefîrên bilind ên Tirk ên li vê derê dikarin li welatê xwe bên vegerandin. Lê belê Swêd û welatên Yekîtiya Ewropayê naxwazin vê bikin."

DIVÊ ALÎKARÎ BÊN RAWESTANDIN

Waldau bi bîr xist, Ewropa di berdêla rawestandina penaberan ji Erdogan minetdar e û got, "Em, Partiya Çep dixwazin ku alîkariya ji bo Tirkiyeyê tên kirin hemû bê rawestandin. Em dixwazin siyaseteke din bê meşandin, hurmet ji mafên Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re bê nîşandan û Tirkiye polîtîkayeke ku li mafên mirovan tê bipejirîne.

Lewma em piştgiriyê didin grevên birçîbûnê. Li gelek deverên dinyayê, bi hezaran mirov ji bo bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin ji dinyayê re ragihînin di greva birçîbûnê de ne. Lê belê tevî vê yekê jî tiştek nabe. Dinya bêdeng e."

ERDOGAN WÊ BI POLÎTÎKAYEKE HÎN BÊHTIR ÊRÎŞKAR TEVBIGERE

Waldau ragihand, Yekîtiya Ewropayê diyar dike ku li Tirkiyeyê desthilatdarî bi hilbijartinê diyar dibe, lê belê jinedîtî ve tê ku mirovên tên hilbijartin tên girtin. Waldau li ser hilbijartinên xwecihî jî got, "HDP ku partiya dostê me ye, li devera ku namzet nîşan da bi ser ket. Lê bi dîtina min, Erdogan wê li dijî Kurdan polîtîkayeke hîn êrîşkar bixe meriyetê û ji bo gelê deng daye HDP'ê ceza bike, zextê zêde bike. Erdogan neçar e qebûl bike ku li Stenbolê şaredarî ketiye destê mûxalefetê. Dema ku vê neke, wê nikaribe qala demokrasiyê bike. Divê Ewropa û dinya tev helwestê nîşanb ide. Lê belê ev yek tenê bi daxuyaniyekê nabe."

DIVÊ GIRTIYÊN SIYASÎ BÊN BERDAN

Parlamentera Waldau da xuyakirin ku gelek hevşaredar û parlamenterên HDP'ê bi sûcdariyên bêbingeh hatine girtin û got, "Divê hemû bên berdan. Hiştina navê PKK'ê li lîsteya rêxistinên terorê, karê Erdogan hêsan dike. Wan bi piştgiriya bi rêxistina terorê sûcdar dike û dixe girtîgehê. Eger PKK di lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê de nebûya, wê ne hêsan bûya ku Erdogan ewqas mirov bixista zindanê. Nayê fêhmkirin bê dinya li pêşberî girtina rêveberên HDP'ê bêdeng e."