Heyeta HDP'ê bi seroka giştî ya SPD'ê re hevdîtin kir

Heyeta bi serokatiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, bi Seroka Giştî ya SPD'ê Andrea Nahles re hevdîtin kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo bi rayedarên hikumeta Angela Merkel û partiyên siyasî re hevdîtinan bike, li paytexta Elmanya Berlînê dest bi karê dîplomasiyê kir.

Heyeta bi serokatiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Sêşemê destpêkê bi Seroka Giştî ya Partiya Sosyal Demokratan (SPD) ku hevparê hikumeta Merkel e, Andrea Nahles re hevdîtin kir.

Hevdîtin li buroya Nahles a li Meclîsa Federal pêk hat. Di hevdîtinê de rewşa li Kurdistan û Tirkiyeyê hate nirxandin.

Tevî Bûldan, parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca, parlamenterê berê yê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, hevşaredara berê ya Cizîrê Leyla Îmret û Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Farûk Dorû jî di heyetê de cih digirin.

Piştî hevdîtinê daxuyanî nehate dayin, lê tê gotin ku heyeta HDP'ê li ser çalakiyên greva birçîbûnê û rewşa siyasî ya dawî agahî daye Nahles.

WÊ BI RAYEDARÊN PARTIYA ÇEP Û KESKAN RE JÎ HEVDÎTIN BÊ KIRIN

Heyeta HDP'ê wê piştre bi yek ji partiyên mûxalefetê yên Elmanyayê bi Hevserokê Partiya Çep Berndt Riexinger re hevdîtinê bike.

Hevdîtin wê li Navenda Giştî ya Partiya Çep pêk were. Heyeta HDP'ê wê piştre bi komek ji parlamenterên Partiya Keskan re hevdîtinê bike.

Êvarê saet 18'an jî wê li NAV-DEM a Berlînê tevlî civîna gel bibe. Tê payin ku heyeta HDP'ê serdana berxwedêrên greva birçîbûnê Mele Mûstafa Tûzak, Şiyar Xelîl, Cemal Kobanê û Omer Bagdûr bike.

Hevdîtinên heyetê wê sibe li Berlînê bidomin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nêzî HDP'ê hatin wergirtin, wê sibe nîvro jî bi Wezîrê Dewletê Niels Annen re hevdîtin were kirin.