Der barê 9 wekîlên HDP'ê de fezleke hate amadekirin

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî jî di nav de, der barê 9 wekîlên HDP'ê de ji bo bidawîkirina mafê wan ê destnedanê, 13 fezleke hatin amadekirin.

13 fezlekeyên ji bo bidawîkirina mafê destnedanê yê 9 wekîlên HDP'ê hate amadekirin, pêşkêşî Meclîsê hatin kirin.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî jî ji wan wekîlên HDP'ê ne ku der barê wan de fezleke hatiye amadekirin.

Der barê Sezaî Temellî de 3 fezleke, der barê Nûran Îmîr û Remziye Tosûn de 2, der barê Pervîn Bûldan, Erol Katircioglû, Kemal Pekoz, Mûsa Farisogûllari, Ayşe Surucu û Berdan Ozturk de jî fezlekeyek hate amadekirin.