Pompeo çû Iraqê

Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo bi gumana ku Îran amadekariyê dike ku ‘êrîşî hêzên Emerîkayê’ bike, çû serdana Iraqê.

Serdan di 7’ê Gulanê de pêk hat. Hate diyarkirin ku bi hinceta ku Îran amadekariyê dike ku ‘êrîşî hêzên Emerîkayê’ bike, Pompeo çû serdana Iraqê.

Pompeo beriya serdana li Bexdayê di serdana Berlînê de bi hinceta ku ‘kêşeyên lezgîn’ hene, serdana xwe ya li wir betal kiribû.

ÎDDÎAYA KU ÎRAN AMADEKARIYA ÊRÎŞAN DIKE

Pompeo di serdana Iraqê de ji rojnamegeran re diyar kiribû ku ‘Xebatên Îranê zêde bûne’

Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê bi Serokwezîrê Iraqê Adil Abdul Mehdî û bi Serokkomar Berhem Salih re civiya.

Pompeo diyar kir ku di serdanê de rêveberên Iraqê mîsogeriya parastina hêzên Emerîkayê yên li Iraqê kirine.

DYE BALEFIRÊN ŞER Û KEŞTIYÊN ŞER ŞAND

Rêveberiya Donald Trûmp di rojên dawîn de keştiyeke balefiran û gelek balefirên şer ên B-52 şandibû herêmê.

Rêveberiya Tehranê ji bo vî tiştî got ku ‘Ev şerê psîkolojîk e’. Qesra Spî ya Emerîkayê jî diyar kir ku ev peyameke eşkere ye ji bo rejîma Îranê.

Pentagon roja Sêşemê diyar kiribû ku wan hin agahî stendine ku hêzên Îranê amadekariyan dikin ku êrîşî hêzên Emerîkayê bikin.

Mîke Pompeo piştî serdana Bexdayê got ku “Dibe ku ev êrîş pêk werin. Ji bo pêşîlêgirtina van êrîşan me, tevdîrên xwe stendine.”