Dayika Topkaya yê rojiya mirinê: Tendiristiya wan pir xirab e

Fatma Topkaya, dayika Ahmet Topkaya yê ku li dijî tecrîdê li ser Ocalan di rojiya mirinê ye got, ''tendiristiya wan qet ne baş e' û xwest ku tecrîd rabe.

Ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe 15 girtî dest bi rojiya mirinê kirin. Yek ji van girtiyan jî Ahmet Topkaya ye ku li Girtîgeha Tîpa D ya  Amedê girtî ye.

Topkaya ku ji Hênê ya Amedê ye, dibistana pêşî û navîn li vir diqedîne, piştî lîseyê, bi sempatiya wî ya li Têkoşîna Azadiyê perwerdehiya xwe dihêle û berê xwe dide çiyan. Topkaya ku 2010'an tevlî nav refan dibe 2014'an di nav berxwedana Kobanê de dimîne, 2016'an li bejahiya Licê di şer de rehîn tê girtin û ji wê demê ve li Girtîgeha Tîpa D'yê ya Amedê girtî ye. Topkaya piştî ku 23 sal 'ceza' lê hate birîn, Dadgeha Bilind a Tirk dîsa dosyaya wî da ber xwe û ji nû ve lê dinere.

ZAROKEKÎ ÇAWA BÛ?

Topkaya ku li dijî tecrîdê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de bû, 30'ê Adarê li gel 14 hevalên xwe dest bi rojiya mirinê dikeve. Dayika Topkaya Fatma Topkaya dibêje bi hejariyê zarokên xwe mezin kirine, kurê wê Ahmet ji zarokên wê yên din cihêtir bûye, piranî bi kesên bi temen jê meztir  wextê xwe dibihurand û got, ''Ne ji ber ku niha li girtîgehê ye wiha dibêjim. Jixwe Ahmet zaroyekî baş e. Niha biçin li vê taxê bigerin, hûn pirsa Ahmet ji kê bikin wê gotineke ne baş li ser nake. Dema ku em diçûn ser erdan dixebitîn ew jî bi bavê xwe re li înşeatê dixebitî, beriya bavê xwe dihat mal, mal dida ser hev, xwarin hazir dikir û li hêviya me dima. Her roj wiha dikir. Qet ez neêşandim. Tenê niha ji ber ku di rojiya mirinê de ye pê diêşim.''

'GOT EZ DIÇIME XEBATÊ Û WIHA JI MAL DERKET..'

Dayik Topkaya li ser wê roja ku kurê wê ji mal derketî dibêje, ''Ez a ne li mal bûm, çûbûm ser werzan. Dema ku hatim malê keça min a biçûk got birayê wê Ahmet çûye Entalyayê xebatê. Sal di ser re çûn, rojekê xizmekî  me hat, got Ahmet di televizyonê de xuya kiriye. Piştre telefon anîn û li înternetê nerîn. Me di nûçeyan de dît ku li Licê hatiye girtin. Piştre pêvajoya zindanê dest pê kir. Ev 3 sal in li zindanê ye.''

'TENDIRISITYA WÎ NE BAŞ E'

Topkaya got ew naxwaze mirî ji zindanan derkevin û domand, 'Ez vê ne tenê ji bo xwe dibêjim. Naxwazim ti dayik bigirî. Êdî bes e. Kurd an jî Tirk ferq nake. Em naxwazin êdî kesek bimire. Her heftî diçim Ahmet dibînim. Rewşa tendiristiya wî ne baş e. Her çendî nahêle ku em pê derxînin jî em dibînn ku ne baş e. Êdî nema dikare çavê xwe jî veke. Rewşa wî û hevalên wî wiha ye. Em dixwazin mirov baş bibin. Bila her kes bibe wek hev û kes nemire.''