Jinên li Stockholmê piştgirî dan Dayikên Aştiyê
Jinên Kurd ên li Stockholmê, ji bo piştgiriyê bidin girtiyên li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne û destekê bidin Dayikên Aştiyê, xwepêşandanek pêk anîn.
Jinên Kurd ên li Stockholmê, ji bo piştgiriyê bidin girtiyên li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne û destekê bidin Dayikên Aştiyê, xwepêşandanek pêk anîn.
Jin li kolana Drottningsgatanê li hev civiyan û ji bo piştgiriyê bidin dayikên girtiyan çalakiyek pêk anîn.
Ji bo balê bikişînin ser çalakiyên girtiyan ên li girtîgehan, jinan bi findan hejmara "7 hezar" nivîsîn û pankarta bi nivîsa "Me li Sûriyeyê DAÎŞ têk bir, em li Tirkiyeyê dîlgirtî ne, çima?" hildan.
Ji Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û nivîskara rojnameya Evrenselê Şebnem Korûr Fîncanci jî serdana çalakgeran kir.