HDK: YSK nikare hilbijartineke bêalî bi rê ve bibe
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) got ku ‘amûra darbeyê’. HDK’ê diyar kir ku YSK nikare hilbijartineke bêalî bi rê ve bibe.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) got ku ‘amûra darbeyê’. HDK’ê diyar kir ku YSK nikare hilbijartineke bêalî bi rê ve bibe.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), têkildarî biryara YSK'ê ya betalkirina hilbijartina Stenbolê daxuyaniya nivîskî weşand. HDK'ê diyar kir ku îktîdara AKP-MHP'ê di hilbijartina 31'ê Adarê de têk çûye û wiha got: "Erdogan gotibû 'Tirkiye Stenbol e. Ger ku em li Stenbolê winda bikin em li Tirkiyeyê winda dikin.' Ji ber vê yekê Erdogan-Bahçelî têkçûna Stenbolê qebûl nekirin. Ji şeva hilbijartinê heta betalkirinê zext ji ser heyeta YSK'ê qut nekir. Di encama van zextan de YSK'ê hilbijartina Stenbolê betal kir û mazbataya Ekrem Îmamoglû paşve stendin. YSK bi vê yekê bûye amûra darbeyê ya îktîdarê. Mîmarê vê darbeyê jî Erdogan-Bahçelî ye.
HDK'ê anî ziman ku dema li Kurdistanê dest danîn ser şaredarî û sindoqan, helwestek nîşanî AKP'ê nedan. Ji ber li hemberî polîtîkayên qeyûm bêdeng man, îro rê li pêş betalkirina hilbijartina Stenbolê vekir. Ger ku wê rojê me bi hev re dengekî bilintir derxistibûya îro cesaret nedikirin ku darbeyê li hilbijratina Stenbolê bikin.
HDK'ê bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û bi hezaran girtiyên siyasî û wiha bi dawî kir: "Leyla Guven û bi hezaran girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Dîsa di 30'ê Nîsanê de 15 girtî ketin rojiya mirinê. Dayikên ku dixwazin bibin dengê zarokên xwe, tevî hemû heqaret, astengî û îşkenceyê, bi hemû hêza xwe li kolanan li ber xwe didin. Di encama berxwedanê de parêzer piştî 8 salan çûn Îmraliyê. Lê ev çalakî baş nayên dîtin û bihîstin. Îtîfaqa AKP-MHP'ê hewl dide muxalifan ji civakê dûr bixe. Divê bi lez daxwazên civakê qebûl bikin. Divê ne bi tenê carekê, bi rêk û pêk malbat û parêzer biçin Îmraliyê û hevdîtin daîmî be.
Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dijî darbeya YSK'ê mafê xwe yê demokratik biparêzin û li dijî faşizmê ji bo mafê azadî û demokrasiyê li qadan bibin yek."