Ferzad Can behsa Ulaş Bayraktaroglu kir

Endamê Komîteya Rêveber ê HBDH'ê Ferzad Can têkilî yek ji damezirînerê HBDH'ê Ulaş Bayraktaroglu axivî, ku 2017'an şehîd bûbû.

Endamê Komîteya Rêveber ê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Ferzad Can ji bo salvegera şehîdbûna yek ji damezirînerê HBDH'ê Ulaş Bayraktaroglu axivî.

Ferzad Can got, "Ulaş ê Tirkiyeyê, heval Mehmed ê Rojava mîna şoreşgerên din hemû, dîroka xwe bi xwe afirand. Ew yek ji pêşengên şoreşger bû ku di salên 1990'î de derketin holê. Ti carî nexwest bibe şoreşgerekî ji rêzê. Ji ber vê yekê jiyana xwe timî di nava têkoşînê de derbas bû. Bi wî rengî jî tevlî karwanê nemiran bû. Şervanek û fermandarek bû ku ji bo armancên xwe yên şoreşê heta mirinê li ber xwe da. Jiyana xwe li gorî pêwîstiyên şoreşê diyar kir. Şoreşgerî ji bo wî felsefeyeke jiyanê bû."