Temellî: Me duh çi kiribe em ê îro heman tiştî bikin!

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî anî ziman ku li pişt hemû bêedaletiyên li welat polîtîkayên şer hene. Temellî nerazîbûn nîşanî bêdeniya ji bo grevan kir, li ser derbeya AKP-YSK’ê jî got: “Me duh çi kiribe em ê îro jî heman tiştî bikin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di komcivîna partiya xwe ya heftane de axivî. Axaftinên Temellî yên girîng wiha ne:

 “Di van çar salên dawiyê de me dît û hat serê me bibînin. Yanî li pişt xwe bifetilin û binêrin. Hûn vî welatî tecrîd dikin. Di van çar salên dawî de bêhiqûqî çawa li ser hev siwar bûye mimkin e hûn bibînin.

 Hiqûqa heyî tavsiye kirin. Piştre sererastkirina Rewşa Awarte anîn cihê wê û xistin meriyetê. Em ê bi şiklek bi biryar têkoşîna xwe ya li dijî bêhiqûqî û bêedaletiyê berdewam bikin.

 Li Meclîsê 10 wekîlên bi BHQ’ê hatine îxrackirin hene. Her wiha di hilbijartina 31’ê Adarê de jî ji YSK’ê hat pirsîn. Hevalên me muracat kirin. YSK’ê bi pêkanîna Rewşa Awarte komplo li ser hevalên me çêkirin. Êdî navê wê Saziya Bilind a Sextekariyê ye.

 Em ê xwedî li bajarên xwe derkevin. Em ê parastina civakê dewam bikin.

 Aboriyê anîn halê nehala. Heqê her kesî xesp kirin. Qey tu yê bêjî di aboriyê de her tişt di rê de ye, niha jî însanan tehdît dikin. Serokkomar bixwe vêy ekê dike.

 Yên debara xwe bi şer dikin, krîza aborî kûrttir dikin.

BIRYARA YSK’Ê

Duh bêedaletiyek û bêhiqûqiyek dîsa qewimî. YSK biryar da ku hilbijartina Stenbolê nû bibe. YSK’ê rewabûna xwe xilas kiriye. Hatina pêncşemê ji çarşemê diyar bû. Me hişyar kir. Me hemû Tirkiyeyê hişyar kir. Lê ranebûn û li Mûşê mêze nekirin. Ji 16 Nîsanê û 24 Hezîranê diyar bû. Me her tim vê anî ziman. Yên li Tirkiyeyê li têkoşîna siyaseta aştiyane heyirî man, li dijî vê şidetê dengê xwe dernexistin. Bêdeng man.

Diyar bû kû wê ev yek wisa bibe. Çimkî îktîdar xwe bi vanşaîbeyan xwedî dike û hebûna xwe dide nîşandan.

Ev 36 roj in YSK’ê vî gelî egle dikir. Di dawiyê de jî rabû û biryara nûjenkirina hilbijartina Stenbolê da. Êdî YSK’yek ku veguheriye notera AKP-MHP’ê heye.

 Ji bo bêhiqûqî berdewam neke divê xwe di atmosfera hilbijartinê de teng nekin. Bila raya giştî xwe bi wê HDP bikeve hilbijartinê an nekevê mijûl neke.

Bê HDP 31’ê Adarê nedibû. Siberojek bê HDP jî ne mimkin e. Dema xwe bi mijara wê HDP çi bike re xerc nekin. A esas ew e ku hûnê çibikin. Dema li Şirnexê garnizon ket hilbijartinê we çikir. Têkoşîna demokrasiyê hin biryar û yekbûnê dixwaze.

Hûnê di mijara tecrîdê de çibikin. Ev 4 sal in tecrîda girankirî didome. Divê li dijî tecrîdê bêdeng neyê mayîn.

Leyla Guven 181 roj in di greva birçîbûnê de ye. Li dijî vê bêedaletiyê û bêhiqûqiyê li ber xwe dide û qîr dike. Banga hiqûqê û edaletê dike. Nasir Yagiz li ber xwe dide. Dersim Dag, Tayîp Temel, Murat Sarisaç û bi hezaran kes li ber xwe didin. Bi hezaran girtî li dijî tecrîdê bang dikin. Êdî vî dengî bibîhîzin. Ji bo tecrîd rabe û grevên birçîbûnê bên xilaskirin hûn jî li dijî vê pergala faşîzm û tecrîdê deng derxin.

Heke ev bêdengî berdewam bike, dibe ku gelek girtî jiyana xwe ji dest bide. Kes nikare vê berpirsiyariyê hilde ser milê xwe. Ji ber bêdengiyê 15 girtî di rojiya mirinê de ne. 8 roj derbas bûn. Li pêşiya me pir demek hindik heye. Heke em naxwazin ev mirov jiyana xwe ji dest bidin divê em deng bidin dengê çalakgerên rojiya mirinê.

Me duh çi kir îro jî em ê wê berdewam bikin.

HEVDÎTİNA BI OCALAN RE

Du parêzer piştî 8 salan çûn Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtina saetekê pêk anîn. Ev hevdîtin gelek dereng bû jî. Kêm e lê dîsa jî di warê hiqûqÎ de erênî ye. Divê ev li vir nemîne. Divê birêkûpêk hevdîtin pêk were. Lazime ku hêviya Tirkiyeyê neyê vemirandin. Divê ku birêz Ocalan û 3 girtiyên jî ji heman mafan sûdê werbigirin. Pêwîste dereng nemînin. Divê statûya yasayî bê diyarkirin û hewcehî bi tesîskirina birêkûpêk a çûyîna Grava Îmraliyê heye. Ji bo demokrasî û aştiya Tirkiyeyê pêvajoyek pirr krîtîk e.”