Nîsanê li Tirkiyê bi kêmanî 145 kes li ser kar mirin

Meclîsa ÎSÎG'ê ragihand Nîsanê 145 kes li ser ji ber bêtevdîriyê bi qezayan mirine.

Meclîsa Tendiristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) a Tirk bi raporekê diyar kir Nîsanê 145 karker li ser kar ji ber bêtevdîriya berpirsên kar bi qezayan mirine  û ji van 2 jê zarok, 7 jê jin û 10 jê koçber in.

Meclîsa ÎSÎG'ê her wiha got Çile bi kêmanî 159, Sibatê 127, Adarê 114 û Nîsanê 145, van çar mehên pêşî yêne 2019'an li Tirkiyê bi kêmanî 545 kes li ser kar bi qezayan mirine.

Meclîsa ÎSÎG'ê broşûrek belav kir û di broşûrê de got, di rewşa taloke de karker xwedî wî mafî ye ku wî karî neke û ji ber bide alî.