Platforma Jiyanê ya li dijî tecrîdê: 11'ê Gulanê em li Dusseldorf

Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê ya Ewropayê, ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bang kirin ku 11'ê Gulanê li Dusseldorfê bin.

Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê ya li Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîr xist, grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi biryardarî didomin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, pêkhatina hevdîtina bi Ocalan re destketiyeke berxwedêran e û hate destnîşankirin, lê belê ev yek nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye.

Platformê bal kişand ser şert û mercên tecrîdê yên li Îmraliyê û girtîgehan hemûyan, êrîşên li dijî dayikan bi bîr xist û diyar kir, ev yek nîşan dide ku divê berxwedana li dijî faşîzmê bi biryardarî bidome.

'EM BANG LI HER KESÎ DIKIN KU ROJA ŞEMIYÊ TEVLÎ ÇALAKIYA ME BIBIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin, wezîfeya her kesî ye ku ji bo daxwazên berxwedêran bi cih werin anîn û zerar negihêje tenduristiya kesî, bikevin nava hewldanan.

Plaformê destnîşan kir ku tecrîd êşkence ye, sûcê li dijî mirovahiyê ye bang kir: "Bi navê Plaftorma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê ya li Ewropayê, ji bo bibin dengê berxwedana mezin, ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê mezin bikin û bêdengiya sazî û dewletên Ewropayê ya li ser tecrîdê şermezar bikin, em bang li her kesî dikin ku 11'ê Gulanê li Dusseldorfê ji bo 7 hezar girtiyan xelekek ji mirovan a ji 7 hezar kesî ava bikin. Her beşdarekî çalakiyê wê wêneyekî berxwedêran hildin û xeleka ji mirovan çêbikin. Meşa me wê ji ber gara trenê ya Dusseldorfê dest pê bike û heta ber Parlamenta Dusseldorfê bidome ku wê saet 10:00 dest pê bike."