HBDH'ê Bayraktaroglu bi bîr anî

HBDH'ê Ulaş Bayraktaroglu bi bîr anî û got, ''Têkoşîna wî di têkoşîna Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan de wê bidome.''

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ji ber salvegera şehîdbûna Ulaş Bayraktaroglu daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate bi bîr xistin ku Ulaş Bayraktaroglu (Mehmet Kurnaz) 9'ê Gulana 2017'an li Reqayê di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin Ulaş Bayraktaroglu bi jiyan û têkoşîna xwe bûye şoreşgerekî ku mînak were dîtin, di xebatên damezirîna HBDH'ê de cih girtiye û ji bo ku xebatên damezirînê bi ser bikevin bi hemû hêza xwe xebitiye, bûye yek ji têkoşîna şoreşa yekbûyî ya armanca damezirîna HBDH'ê û rêveberê wê.

HBDH'ê her wiha diyar kir Ulaş Bayraktaroglu hê bi ciwanî dest bi têkoşîna şoreşgerî kiriye, her demê ji ber berdêldayinê xwe nedaye paş û tim hewl daye ku têkoşînê bi pêş ve bibe.

HBDH'ê got, 'Bi rengê rêberê damezirîner ê Hêza Azadiya Yekbûyî (BOG) û piştre DKP (Pariya Komunar a Şoreşger) û derbasî dîrokê bûye.  Ji bo ku li çiyayên azad gelek şoreşger bibin qedor û pêvajoya pêngavê ya têdayî pêk bibe kedeke mezin daye.

Ew bixwe li Rojava li dijî çeteyên DAÎŞ'ê di têkoşînê de, di nav gelek pratîka şer de li eniya pêş pêşengiya têkoşînê kiriye. Di serî de pêngava Minbicê, tevlî gelek şeran bûye û pêşengiya têkoşîna dijî çeteyên DAÎŞ'ê kiriye.

Hevrê Mehmet li Rojava dema ku di nav têkoşînê de bûye, her wiha li Tirkiyê jî, ji bo rêxistinkirina hêzên azadiyê û di nav têkoşînê de, ji bo ku li dijî faşîzma AKP'ê rêxistiniyeke milîtanî rê ve biriye.''

HBDH'ê herî dawî got ew ê Ulaş Bayraktaroglu di nav têkoşînê de dijî, di nav têkoşîna Şoreşa Yekbûyî ya Gelan wê de wê bijî û ew doz didin ku têkoşîna şoreşê ya Tirkiyê geş bikin û rejîma faşîst têk bibin.