Ji Wezareta Edaletê re rapora 'grevên birçîbûnê' hate şandin

Heyeta Şopandina tecrîdê û grevên birçîbûnê, raporek pêşkêşî Wezareta Edaletê kir. Di raporê de hate ragihandin, êdî grevên birçîbûnê ji asta krîtîk derbas bûne û hate xwestin, tecrîd tavilê bê bidawîkirin.

Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê yên hezaran girtiyên siyasî û rojiya mirinê ya 15 girtiyan berdewam dikin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 182 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide.

Heyeta Şopandinê ya ji nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem (ÇHD) pêk tê, rapora der barê rewşa girtiyên di grevê de ne bi ser navê "Rapora nirxandin û tespîtê ya der barê greva birçîbûnê ya li Girtîgehên Tirkiye berdewam dike" pêşkêşî Wezareta Edaletê kir.

LI DORA 3 HEZAR GIRTÎ DI GREVÊ DE NE

Heyetê di raporê de diyar kir ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi armanca tecrîd bi dawî bibe di 8'ê Mijdara 2018'an de dest bi greva birçîbûnê kir û 182 roj in di greva birçîbûnê de ye û wiha got: "Me wekî heyeta şopandinê tespît kir ku li 92 girtîgehên Tirkiyeyê li dora 3 hezar girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Çalakiya parlamenteran 2 meh li pey xwe hişt.

Siyasetmedarên girtî Sebahat Tuncel û Selma Irmak di 15'ê Çile de ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya xwe berdewam dikin. Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag di 3'ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarısaç di 8'ê Adarê de dest bi grevê kirin û zêdeyî 2 mehin çalakiya xwe berdewam dikin. 8 kesan li dijî tecrîdê çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan.

Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20'ê Sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17'ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23'ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24'ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu, Medya Çinar (24) di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anîn. Yonca Akici di 29'ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dan. Siraç Yuksek jî di 2'yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye û Mahsum Pamay jî di 5'ê Nîsanê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan."

DIVÊ HEYETÊN SERBIXWE BIÇIN GIRTÎGEHAN

Heyetê di rapora xwe de xwest heyetên hekîman ên serbixwe biçin girtîgehan û li ser rewşa çalakgerên di grevê de lêkolîn bikin. Heyetê dîsa xwest îktîdara siyasî vê çalakî û daxwazên çalakgeran bibîne û daxwazên wan pêk bîne. Heyetê anî ziman ku tecrid li dijî zagonên Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî ye û xwest demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. Hetê da zanîn ku gelek girtiyên di çalakiyê de di milê tenduristiyê de pirsgirêkên wan hene û gelekan ji wan pir kîlo dane. di dev û qirikên wan de birîn çêdibin. Bêhalî û bê xewî li wan pêş ketiye. Dîsa çavê wan zêde nabîne û deng bandorê li ser wan dike. Gêş dibin hişê wan ji serê wan diçin û bêhal dibin.

ROJNAMEYA YENÎ YAŞAM NADIN WAN

Heyetê bal kişand ser mafên girtiyan ê ragihandinê û destîşan kir ku rayedarên girtîgehê Rojnameya Yeni Yaşam ê nadin girtiyan. Li Girtîgeha Jinan a Sincanê ava qirêj diherike. Li Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê ji 13 girtî li cihê 8 kesan dijîn.

LI 8 GIRTÎGEHAN KARBONAT NADIN GIRTIYAN

Di raporê de hat diyarkirin ku li girtîgehên Tîpa T a Karabukê, Tîpa T a Tokatê, Jimara 2’an a Tîpa F a Buca Kiriklarê, Tîpa L a Kepsutê, Jimara 1’an a Tîpa F a Tekîrdagê, Tîpa E ya Gîresûnê, Jimara 2’an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê, Tîpa D a Aemdê karbonatê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de ne.

TESPÎTÊN HEYETA ŞOPANDINÊ

Di raporê de têkildarî girtiyên di greva birçîbûnê de cih dide van tespîtan: “Li gellek girtîgehan di çavdêriya bijîşkan de greva birçîbûnê nayê kirin. Hin bijîşk li gorî pîşeya xwe tevnagerin. Pîvan û tahlîlê ji bo tenduristiyê birêkûpêk nayên kirin. Li girtiyan ferz dikin ku biçin revîrê kontrola tenduristiyê bibînin.

GIRTÎ ZEÎF DIBIN

Dema rewşa krîtîk a girtiyan li ber çava tê girtin, zindewariya ango enerjiya laşe girtiyan şikestiye. Girtî refleks nîşan didin û naxwazin biçin. Dixwazin kontrola tenduristiya wan li qawîş ango odeyan pêk were. Li gellek girtîgehan refakatvan nîne û girtî nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin. Ji ber rewşa nebaş a girtîgehê girtiyan gellek zeîf bûne. Tenê kontrola tansiyon û kîloyên girtiyan tê şopandin. Li gellek girtîgehan tehlîla xwîne û pîvana germbûna laş nayê kirin.

VÎTAMÎNA B1 BI AWAYEK TÊR NADIN

Divê rojane rewşa tenduristiya girtiyan bê şopandin. Li gellek girtîgehan piştî demên dirêj kontrol tên kirin. Dawiya hefteyê ji ber karmend naxebitin kontrolên rûtîn jî nayên kirin. Bi awayek têr vîtamîna B1 nadin girtiyan.

DEST DATÎNIN SER NAMEYAN Û ZEXTAN DIKIN

Girtî ji bo rewşa xwe name û faksan dişînin saziyan. Lê dest datînin ser nameyan. Nahêlin sazî û dezgeh bên agahdarkirin. Derbarê girtiyên ketine greva birçîbûnê lêpirsînên dîsîplînê hatine destpêkirin. Hin cezayên dîsîplînê dane girtiyan. Sepandina cezayê dîsîplînê dane girtiyên neketine greva birçîbûnê û tenê destek dane jî. Midûr û xebatkarên girtîgehan zextan li girtiyan dikin. Divê ku rêgeza tiba pêwîst a lênihêrînê pişt guh nekin û li gorî van rêgezan tevbigerin.

LI KIJAN GIRTÎGEHAN, ÇEND GIRTÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DENE?

*Girtîgeha Tîpa T a Dînar Afyon: 4 girtî

*Girtîgeha Tîpa E ya Afyonkarahîsar: 3 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar: 17 girtî

*Girtîgeha Tîpa L a Jinan a Alanya: 21 girtî

*Girtîgeha Tîpa E ya Amasya: 3 girtî

*Girtîgeha Tîpa L a Antalya: 43 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Bafra: 49 girtî

*Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê: 29 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Bandirma: 69 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Bandirma: 66 girtî

*Girtîgeha Tîpa M a Êlihê: 40 girtî

*Girtîgeha Tîpa M a Baybûrt: 9 girtî

*Girtîgeha Tîpa F a Bolû: 93 girtî

*Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kiriklar Bûca: 12 girtî

*Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Kiriklar Bûca: 10 girtî

*Girtîgeha Tîpa D a Bûrhaniye: 2 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniye: 13 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniye: 16 girtî

*Girtîgeha Tîpa H a Bûrsa: 15 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Bunyan: 64 girtî

*Girtîgeha Jinan a Sergirtî Bunyan: 28 girtî

*Girtîgeha Tîpa M a Ceyhan: 8 girtî

*Girtîgeha Tîpa E ya Çankiri: 4 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Denîzlî: 10 girtî

*Girtîgeha Hejmar 1 a Amedê: 35 girtî

*Girtîgeha Tîpa D a Amedê: 173 girtî

*Girtîgeha Tîpa D a Amedê: 13 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Duzce: 12 girtî

*Girtîgeha Tîpa F a Edîrne: 24 girtî

*Girtîgeha Ewlekariya Bilind Hejmara 1 a Xarpêtê: 57 girtî

*Girtîgeah Ewlekariya Bilind Hejmara 2 a Xarpêtê: 74 girtî

*Girtîgeha Jinan a Xarpêtê: 3 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Ereglî: 2 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Erziromê: 1 girtî

*Girtîgehe Tîpa H a Eskîşehîrê: 3 girtî

*Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê: 3 girtî

*Girtîgeha Jina a Gebze: 31 girtî

*Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Giresûnê: 15 girtî

*Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhane: 5 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Turkoglû Mereşê: 7 girtî

*Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere: 9 girtî

*Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandira: 44 girtî

*Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Kandira: 24 girtî

*Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Kandira: 5

*Girtîgeha Tîpa T a Karbuk: 30 girtî

*Girtîgeha Tîpa L a Kepsût: 4 girtî

*Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale: 46 girtî

*Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler: 20 girtî

*Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê: 15 girtî

*Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1 a Maltepe: 7 girtî

*Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 2 a Maltepe: 16 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Manîsa: 5 girtî

*Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê: 131 girtî

*Girtîgeha Tîpa R a Menemen: 1 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Menemen: 6 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Oltû: 8 girtî

*Girtîgeha Tîpa E a Ordû: 21 girtî

*Girtgeha Tîpa T a Hejmara 1û 2 ya Osmaniye: 32 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Odemîş: 27 girtî

*Girtîgeha Tîpa L a Patnos: 163 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Seydîşehîr: 2 girtî

*Girtîgeha Sêrtê: 9 girtî

*Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 5 a Sîlîvrî: 186 girtî

*Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 9 a Sîlîvrî: 9 girtî

*Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Sîncanê: 27 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Sîwereg: 25 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Şakran: 5 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Şakran: 55 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 a Şakran: 43 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 4 a Şakran: 43 girtî

*Girtîgeha Jinan a Şakranê : 30 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Şirnesê: 14 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Tarsûsê: 73 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Tarsûsê: 23 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 a Tarsûsê: 24 girtî

*Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Tarsûsê: 20 girtî

*Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Tekîrdagê: 55 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Tekîrdagê: 21 girtî

*Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê: 55 girtî

*Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê: 16 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Tokat: 16 girtî

*Girtîgeha Tîpa M a Trabzon: 2 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 Riha: 85 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Riha: 99 girtî

*Girtîgeha Tîpa E ya Umraniye: 6 girtî

*Girtîgeha Tîpa F a Wanê: 67 girtî

*Girtîgeha Tîpa T a Wanê: 194 girtî

*Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê: 148 girtî

*Girtîgeha Tîpa M a Vezîrkopru: 3 girtî

*Girtîgeha Tîpa E ya Yozgat: 4 girtî