Xelatgirên Nobelê nameyek ji CPT re şandin

Bi navê Xelatgirên Nobelê yên daxwaza bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan dikin, Adolfo Perez Esquivel nameyek ji Sekreterê Giştî yê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) Regis Brillat û endamê CPT ê ji Tirkiyeyê Berpirsyar Michael Neurauter re şand.

Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Adolfo Perez Esquivel, nameyek ji CPT re şand û hişyarî da, eger li dijî zextên dewletan ji bo bindestan nekeve nava tevgerê, wê demê wê hincetên hebûnê yên saziyên Ewropayê ji holê rabin.

Name bi navê Xelatgirên Nobelê yên ku mehên Çile û Nîsanê ji bo bidawîbûna tecrîdê du caran bang kiribûn, hate şandin.

Tevî nameyê her wiha rapora Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî ya li ser rewşa li Kurdistanê û daxwazên ji bo bidawîbûna tecrîdê, ji CPT re hate ragihandin.

Adolfo Perez Esquivel ku bi xwe jî girtiyekî siyasî yê berê ye, nameyeke xwe ya ji Ocalan re şandiye parve kir û got, ne tenê dema dirêj a girtinê, her wiha polîtîkayên tecrîdê yên kêfî jî rê li ber bêhiqûqiyeke cidî vedikin.

BANG LI CPT HATE KIRIN KU SERDANA ÎMRALIYÊ BIKE

Esquivel di nameyê de destnîşan kir, bi navê Xelatgirên Nobelê em dibêjin ku divê CPT di mijara tecrîdê de hîn bi lezgînî û biryardarî tevbigere û diyar kir, yek ji bendewariyên wan ew e ku CPT tavilê serdana Îmraliyê bike. Esquivel got, bi ketina nava liv û tevgerê re CPT dikare dawî li vê rewşa bêhiqûqî bîne.

HEVDÎTINA BI OCALAN RE BI SAYA BERXWEDANA GREVA BIRÇÎBÛNÊ PÊK HAT

Esquivel diyar kir, dema ku CPT piştî vê sekna polîtîk û civakî ya mehên dawî bikeve nava liv û tevgerê, wê karibe sîstema ku mafên bingehîn ên Kurdan û tevahiya civakê ji nedîtî ve tê, bê bandor bike.

Di nameyê de hevdîtina roja Înê ya bi Ocalan re hate bibîrxistin û hate gotin, hevdîtin bi saya berxwedana greva birçîbûnê ya Leyla Guven û bi hezaran girtiyan û bi piştgiriya xurt a raya giştî ya ji bo vê berxwedanê, pêk hatiye.

'WÊ SEDEMÊN HEBÛNA XWE JI DEST BIDIN'

Di nameyê de hate ragihandin, li Ewropa, Emerîka û gelemperiya dinyayê gelek sazî bi navê parastina mafên mirovan tevdigerin û hate gotin, "Li Ewropa, Emerîka û deverên din ên dinyayê, saziyên ku divê mafên mirovan biparêzin, eger ji bo mirovên ji ber tundiya dewletê êşê dikişînin bi biryardarî nekevin nava hewldanan, hingî wê sedemên hebûna xwe ji dest bidin."

Di dawiya nameyê de hate destnîşankirin, bidawîkirina polîtîkaya tecrîdê ji bo avakirina aştiyeke li Tirkiyeyê ku hurmetê nîşanî mafên kes û gelan dide, wê bibe gava destpêkê.