Nobedarên vê hefteyê koma ji Berlînê ye

'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê pêk tê, di hefteya 359'an de bi biryardarî didome.

Çalakiya ku bi navê 'Nobeda azadî ji Ocalan re' 25'ê Hezîrana 2012'an li bajarê Strasbourg ê Fransayê li ber avahiya Konseya Ewropayê dest pê kir, çalakiya herî demdirêj a heta niha ye.

Kurdên ji bajarên cuda yên Ewropayê, her roj bi dorvegerî nobedê dewr werdigirin. Nobedarên vê hefteyê jî koma ji 4 kesan a ji bajarê Berlîn ê Elmanyayê ye. Kurdistaniyên bi navê Îbrahîm Ozsûlar, Serhat Xinisî, Xelîl Çîçek û Zûhat di nava komê de cih digirin.

'DIVÊ ROJEVA YEKANE, BERXWEDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ BE'

Îbrahîm Ozsûlar bi navê komê daxuyanî da û diyar kir, nobeda ku nêzî 7 sal in ji bo azadiya Ocalan didome, heta bigihêje armanca xwe wê bidome.

Ozsûlar bal kişand ser rojiya mirinê û grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger ên li dijî tecrîdkirina Ocalan û got, yekane rojeva gelê Kurd divê berxwedana li dijî tecrîdê be.

BI SEDAN BELAVOK HATIN BELAVKIRIN

Çalakgerên ku roja Yekşemê nobed dewr girtin wê tevahiya hefteyê çalakiya xwe bidomînin. Çalakger li ser nêrîn û jiyana Ocalan belavokan belav dikin û sohbetê dikin.