Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

ROJEVA 8'Ê GULANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Gulana 2019'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Rewş û bûyerên li ser rojiya mirinê ya 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê wê werin şopandin.

- Ji berxwedêrên rojiya mirinê Zozan Çîçek diyar kir, wê biryardarî berxwedana xwe bidomînin û got, "Me soz dane Kemalan, Xeyriyan. Encam çi dibe bila bibe, serketin wê ya me be."

- Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê pêk tê, 359 hefte ne bi biryardarî didome.

- Ji fermandarên HPG'ê Rohat Amed diyar kir, rojiya mirinê ya li dijî tecrîdê ji bo wan fermana xurtkirina berxwedanê ye û got, "Bi navê HPG'ê em ê jî di vê çarçoveyê de tevbigerin."

- Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Adolfo Perez Esquivel, nameyek ji CPT re şand û hişyarî da, eger li dijî zextên dewletan ji bo bindestan nekeve nava tevgerê, wê demê wê hincetên hebûnê yên saziyên Ewropayê ji holê rabin.

- Festîvala Fîlman a FilmAmed îsal cara 7'an pêk tê. Festîval wê heta 12'ê Gulanê bidome û gelek dokûmanter wê werin nîşandan.