ROJANE
Hemû Nûçe
-
‘Kes nikare me bêndeng bike!’
Malbatên xizmên wan di greva birçîbûnê de ne, xwestin çalakiya ‘Xeleka ji mirovan’ pêk bînin lê belê polîsên Tirk rê nedan. Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran, bertek nîşanî vê da û got: “Ne çar dîwar, ne jî ev dîwarê ji polîsan, nîkare me bêden bikin." -
Li Gebzeyê polîsan êrîşî dayikan kirin: Gelek dayik hatin destgîrkirin
Polîsan êrîş bire ser çalakiya nobedê ya dayikên xizmên girtiyan ên bi daxwaza rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de ne kirin. Polîsan gelek dayik destgîrkirin. -
HDP’ê Desteya xwe Rêveber a Navendî nû kir
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li cihê endamên xwe yên Desteya Rêveber a Navendî ku piştî hilbijartina 31’ê Adarê vala bûyî, peywirdariyên nû pêk anîn. -
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê banga lezgîn kir
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bal kişand ser grevên birçîbûnê û xwest ku bila tecrîd were rakirin. -
Polîsan li Gebzeyê êrîşî malbatan kirin: 4 kes destgîr kirin
Polîsên Tirk êrîş birin ser xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de ne yên li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Gebzeyê li hev civiyan. Di êrîşê de 4 kes bi lêdanê hatin destgîrkirin. -
Li Bûrsayê destgîrkirina ji ber parvekirinên medya civakî
Li Bûrsayê bi hinceta parvekirinên li ser medya civakî 16 kes hatin destgîrkirin. -
Li Wilhelmshaven Kurdistaniyan 1'ê Gulanê pîroz kirin
1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê li Wilhelmshavenê bi tevlîbûna Kurdistaniyan hate pîrozkirin. Kurdistaniyan kon vedan û xwarinên cur be cur yên Kurdî hatin danîn. -
Polîsan li Stenbol, Amed û Şirnexê êrîşî malbatan kir
Polîsên Tirk êrîşî malbatên girtiyan kir ên ku li Stenbol û Amedê çalakiya rûniştinê li dar dixistin. Polîsan li Şirnexê jî destûr nedan ku malbat daxuyaniyê bidin. -
Polîsan li Stenbol û Amedê êrîşî malbatên girtiyan kirin
Li Stenbol û Amedê, malbatên ku dixwestin balê bikişînin ser berxwedana grevên birçîbûnê bûn hedefa polîsan. -
Polîsê ku zarok kuştin 'li ser kar e'!
Danişîna polîsên ku bi tanzêrê du zarok kuştin pêk hat. Diyar bû ku polîsê bersûc Omer Yegît dîsa dest bi peywirê kiriye. -
Parêzerên Ocalan cara 811'an serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, cara 811'an serî li dozgeriyê dan. -
Hasbî Çakici 101 roj in li ber xwe dide
Hasbî Çakici ku li bajarê Den Haag ê Hollandayê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir, 101 roj in li ber xwe dide. -
Leuenberger: Tecrîd bi tifaqa gelan dikare ji holê bê rakirin
Yek ji siyasetmedarên Swîsreyê Ueli Leuenberger diyar kir, tecrîdkirina Ocalan şêweyekî êşkenceyê ye. -
ROJEVA 2'Ê GULANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Gulana 2019'an. -
Malbat wê her rojê li Esenyûrtê daxwazan qîr bikin
Malbatên li Qada Esenyûrt a ji bo xwedî li çalakvanên grevên birçîbûnê derbikevin dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn, anîn ziman ku wê her rojê daxwaz li vê qadê biqîrin. -
Li Bakirkoyê: Bila tecrîd were rakirin
Li Bakirkoyê bi sed hezaran kes tevlî mîtînga 1’ê Gulanê bûn. Mîtîng bi coş bi dawî bû. Di mîtîngê de hate xwestin ku tecrîda li ser Ocalan jî were rakirin. -
Mîtînga 1’ê Gulanê ya Amedê: Hêza me ya têkbirina faşîzmê heye!
Di mîtînga 1’ê Gulanê ya li Amedê de, dayikên aştiyê banga seferberiyê kirin, di daxuyaniya KESK’ê de ev hat gotin: “Hêza me ya têkibirina faşîzmê heye”. Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk bal kişand ser grevên birçîbûnê û got: “Pêwîstî bi leztirîn demê heye.” -
Li Bakirkoyê bi hezaran kesan bal kişandin ser tecrîdê
Li Bakirkoyê bi tevlêbûna bi sed hezaran kesan pîrozbahiya 1’ê Gulanê hate destpêkirin. Di pîrozbahiyan de bal hate kişandin ser grevên birçîbûnê. Bi hezaran kes bi xavikên spî hatin qadê. -
Li Enqereyê bi deh hezaran kes dimeşin
Bi deh hezaran kes dimeşin meydana Tanbogayê ku wê 1'ê Gulanê lê were pîrozkirin. Di meşê de bi qîrîna dirûşman işaret bi tecrîdkirina Ocalan tê kirin. -
Dayikên girtiyan bi xavikên spî di korteja 1’ê Gulanê de ne
Dayikên girtiyan bi xavikên xwe yên spî tevlî pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya li Bakirkoyê bûn. -
Çalakiya rûniştinê ya malbatan di roja 3'an de ye
Malbatên girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, çalakiya xwe ya rûniştinê ya li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê didomînin. -
Li Gebzeyê terora polîsan: Li rêveberê HDP'ê Ay dan
Malbatên girtiyên siyasî yên li dijî tecrîdê di grev birçîbûnê de ne, dema ku li ber Girtîgeha Gebzeyê nobed digirtin careke din bûn hedefa terora polîsan. Hevserokê HDP'ê yê Gebzeyê bi lêdanê hate destgîrkirin. -
Polîsan êrîşî endamên HKP'ê kirin ên dixwestin bimeşin Taksîmê
Polîsên Tirk êrîşî endamên HKP'ê kirin ku dixwestin bimeşin Taksîmê û bi lêdanê gelek kes destgîr kirin. -
NAV-DEM’ê ji bo hilbijartina PE'yê bang li hilbijêrên Kurd kir
NAV-DEM’ê bang li hilbijêrên Kurd kir ku di hilbijartina Parlementoya Ewropayê de piştgiriyê bidin namzetên azadîxwaz. -
17 kesên xwestin bimeşin Taksîmê hatin destgîrkirin
17 kesên ji bo pîrozkirina 1'ê Gulanê Cejna Karkeran xwestin bimeşin Taksîmê hatin destgîrkirin.