Çalakiyên DGH’ê yên di meha Nîsanê de

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Zulkuf Gezen û Şehîd Ayten Beçet di meha Nîsanê de gelek çalakî li dar xistibûn. Bîlançoya çalakiyan hate eşkerekirin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Zulkuf Gezen û Şehîd Ayten Beçet di meha Nîsanê de gelek çalakî li dar xistibûn

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGKH) bîlançoya çalakiyên di meha Nîsanê de eşkere kirin.

Di daxuyaniya DGH û DGKH’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Ji bo balkişandina tecrîda li ser Rêberê Apo û grevên birçîbûnê yekîneyên me yên bi navê Şehîd Zulkuf Gezen û Şehîd Ayten Beçet li bajarên Tirkiye û Kurdistanê gelek çalakî lidarxistin. Di van çalakiyan de 2 fabrîke, 3 wesayît û trafoyek hatiye şewitandin.

ÊLIH

“Di 9’ê Nîsanê de saet di 21.20’an de li taxa Pazaryerî trafoya elektrîkê ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Ayten Beçeh hatiye şewitandin. Di çalakiyê de bi milyonan xisar pêk hatiye.

STENBOL

Di 19’ê Nîsanê saet di 04.00’an de wesayîteke li taxa Gumuşyaka ya Sîlîvriyê ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zulkuf Gezen hatiye şewitandin. Di çalakiyê de wesayît bûye xwelî.

Di 22’ê Nîsanê de jî li ser Rêya Bayrampaşa ya Gungorenê wesayîteke serwîsê ji aliyê yekîneyên me ve hatiye şewitandin. Di çalakiyê de wesayît bûye xwelî.

BÛRSA

Di 23’ê Nîsanê de saet di 02.00’an de li taxa Hamîtlerê wesayîtek ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Ayten Beçet hatiye şewitandin. Di çalakiyê de wesayît bûye xwelî.

DENÎZLÎ

Di 24’ê Nîsanê saet di 01.00’an de fabrîkeyea kûmaş a li taxa Zafer a navçeya Merkez Efendî ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zulkuf Gezen hatiye şewitandin. Di fabrîyekê de bi qasî 4 milyon lîra xisar çêbûye.

Di 27’ê Nîsanê de saet di 03.30’an de li taxa Korûcûk a Pamûkkaleyê fabrîyeke tekstîlê ji aliyê yekîneyên me ve hatiye şewitandin. Di vê çalakiyê de fabrîke bûye xwelî.”