Çalakiya kon a li Hildesheimê di hefteya şeşan de ye

Konê ku li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê li dijî tecrîdkirina Ocalan ji bo şeş mehan hate vedan, di hefteya şeşan de ye.

Çalakî bi pêşengiya Komuna Jinê ya Şehîd Meryem a Hildesheimê pêk tê û di hefteya şeşan de Meclîsa Jinê ya Şehîd Berçem a Salzgitterê piştgirî da çalakiyê.

Kon li pêşiya qereqola polîsan a li navenda bajêr hate vedan. Çalakger ji bo balê bikişînin ser tecrîdê û grevên birçîbûnê belavokan belav dikin.

Berdevka Komuna Jinê ya Şehîd Meryem Xeco Donma bal kişand ser hevdîtina 2'ê Gulanê ya bi Ocalan re û got, "Me ji hevdîtinê fêhm kir ku dewleta Tirk daxwazên çalakgerên di greva birçîbûnê de ne qebûl nekiriye. Dewleta Tirk ji bo Tirkiyeyê gavek bi pêş ve neavêtiye, her wiha polîtîkaya xwe ya yekperestiyê didomîne. Li dijî Kurdan polîtîkaya înkarê dimeşîne."

Donma destnîşan kir, ku berxwedana wan wê bidome.

MEŞA LI HANNOVERÊ

Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Şehîd Ronahî li ber gara trenê meş û mîtîngek pêk anî.

Meclîsa Jinê ya Şehîd Arîn Mîrkan û Komeleya Şehîd Barîn Kobanê piştgirî dan çalakiyê.

Piştî axaftinê çalakgeran xeleka ji mirovan ava kirin û ber bi meydana Steintor ve meşiyan.