Rojnameya Îngilîz ji bo Kîbriye Evren dest bi kampanyayê kir

Rojnameya Îngilîz Morning Star, ji bo rojnamevana dîlgirtî Kîbriye Evren ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, dest bi kampanyayê kir. Rojnameyê ragihand ku wê daxwaza azadiya Kîbriye Evren û rojnamevanên di greva birçîbûnê de ne bikin.

Desteya Weşanê ya rojnameya Morning Star a li Îngilîstanê tê weşandin, di civîna Sendîkaya Rojnamevanên Neteweyî de ji bo azadiya nûçegihana Jinnewsê Kîbriye Evren dest bi kampanyayê kir. Kîbriye Evren ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 144 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Di daxuyaniya NUJ Morning Star Chapel de hate gotin, "Li Tirkiyeyê yanî li mezintirîn girtîgeha rojnamevanan a dinyayê, em piştgiriyê didin xwişk û birayên xwe. Em îro ji bo kampanya me ya ji bo azadiya Kîbriye Evren banga piştgiriyê dikin."

Di daxuyaniyê de işaret bi rûniştina doh a doza Kîbriye Evren hate kirin ku dadgeriya Tirk biryar da, ku Kîbriye Evren girtî bimîne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, tevî ku Kîbriye Evren 144 roj in di greva birçîbûnê de ye, rewşa wê ya tenduristiyê giran dibe û der barê wê de ti delîl nîne jî biryar hate dayin ku girtî bimîne, lewma ew ji vê rewşê bi fikar in.

Rojnameyê bang li sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl kir ku piştgiriyê bidin Kampanya "Azadî ji Kîbriye Evren re."

Di daxuyaniyê de işaret bi zext û zordariya li Tirkiyeyê hate kirin û hate gotin, "Nabe ku em li pêşberî rejîma Erdogan a zordar bêdeng bimînin. Rojnamevanî sûc nîne û biryara ku Kîbriye Evren girtî dihêle hate wergirtin, derbeke din e ku li demokrasiya Tirkiyeyê ketiye."

Her wiha bang li hikumeta Îngilîz hate kirin ku ji bo berdana Kîbriye Evren û her kesên ji ber rojnamevaniyê li Tirkiyeyê hatine girtin, zextê li hikumeta Tirk bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Morning Star wê bi rojnamevan Kîbriye Evren re be û ji bo Kîbriye Evren û rojnamevanên din ên di greva birçîbûnê de ne daxwaza azadiyê bike. Rojnamevanî sûc nîne."