Çalakiya malbatan a Gebzeyê di roja 29’an de didome

Malbatên bi armanca balê bikêşin ser grevên birçîbûnê li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê, xwestin çalakiya rûniştinê pêk bînin lê belê polîsên Tirk malbat asteng kirin.

Dayikên berxwedêrên girtî yên di greva birçîbûnê de, 9’ê Nîsanê li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê çalakiya nobedê dabûn destpêkirin. Çalakiya dayikan di roja 29’an de bi biryardarî didome.

Malbatên ku destpêkê çûyîn hevdîtina xizmên xwe, piştî hevdîtinê derbasî qada nobetê bûn. Parlamentera HDP’ê Şevîn Coşkun jî ji bo piştgiriya malbatan hate qadê tevlî çalakiyê bû. malbatên ku piştî hevdîtinê xwestî li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê pêk bînin lê belê polîsên Tirk destûr neda malbatan û çalakî asteng kir. Malbatan diyar kir ku wê bi biryardarî çalakiya xwe bidomînin.