Parlamenterê Kanadayî serdana Îba kir

Parlamenterê Partiya Conservative Kmiec serdana Yûsûf Îba kir ku 117 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan li bajarê Toronto yê Kanadayê di greva birçîbûnê de ye. Kmiec ji Îba re got ku çalakiya wî li Kanadayê jî deng vedaye û gelekî bandor li wî jî kiriye.

Yûsûf Îba ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 117 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Çalakiya Îba ya li bajarê Toronto yê Kanadayê, li gel pirsgirêkên tenduristiyê jî bi biryardarî didome.

Çalakiya Îba li Parlamenta Kanadayê jî bûbû rojev û ji bo Îba banga piştgiriyê hatibû kirin.

Parlamenter Tom Kmiec doh tevî heyetekê serdana Îba kir. Kmiec diyar kir, wê dosya Îba îro pêşkêşî Wezîrê Karên Derve yê Kanadayê bike û ji wezîr bixwaze ku li ser mijarê zextê li dewleta Tirk bike.