Çîçek: Encam çi dibe bila bibe, serketin wê ya me be

Ji berxwedêrên rojiya mirinê Zozan Çîçek diyar kir, wê biryardarî berxwedana xwe bidomînin û got, "Me soz dane Kemalan, Xeyriyan. Encam çi dibe bila bibe, serketin wê ya me be."

Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji 30'ê Nîsanê ve di rojiya mirinê de ne. Yek ji çalakgerên rojiya mirinê jî Zozan Çîçek e ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê tê hiştin. Çîçek bi rêya parêzera xwe Ayşe Acînîklî peyamek şand ji ajansa me re.

DAXWAZÊN ME MAFDAR Û REWA NE

Di peyama Çîçek de wiha tê gotin:

"Grevên birçîbûnê yên bi şiyara 'Em tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin' dest pê kir, roj bi roj mezin dibin. Tecrîda ku zêdeyî 20 sal in li Girava Îmraliyê tê pêkanîn, sûcekî li dijî mirovahiyê ye û ti aliyê xwe yê hiqûqî nîne. Bi binpêkirina hiqûqa xwe re sûc dikin. Hikumeta AKP'ê ya faşîst heta niha gavek neavêtiye û xwe ker kiriye. Li dijî vê yekê me jî nîşan dan ku em bi biryar in û ji bo bidawîkirina tecrîdê me dest bi rojiya mirinê kirin. Ew çiqasî bixwazin berxwedanê ji nedîtî ve bên jî, baş zanin ku aştî, demokrasî û çareserî ancax bi Rêber Apo bê ser vê xakê.

Heta ku daxwazê me yên mafdar û rewa bi cih werin anîn, em ê dest ji vê çalakiyê bernedin. Çawa ku li zindanên Amedê di 82'an de hevalên Kemal, Xeyrî, Akîf, Alî ala berxwedanê bilind kirin, weke şopdarên wan em ê jî bi vê çalakiya xwe rêberê xwe azad bikin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê berxwedanê mezintir bikin û bi azadiyê tacîdar bikin. Banga me ya li gelê me jî di vê çarçoveyê de ye.

DIVÊ HÎN BÊHTIR XWEDÎ LI ÇALAKIYA DAYIKAN DERKEVIN

Yên ku niha dîsa li ber xwe didin dayikên me ne. Divê hîn bêhtir xwedî li çalakiya dayikan derkevin û her kes qada lê ye bike qada serhildanê. Kî ji xwe re dibêje, 'demokrat im, sosyalîst im' divê dakeve qadan. Ya girîng jî, her kesên xwedî wijdan divê guh bide vî dengê zindanan. Divê ciwanên Kurd bi berpirsyariya xwe ya dîrokî zanibin, hîn bêhtir dakevin kolanan. Heta ku em bi rengekî topyekûn serî hilnedin em ê nikaribin encamê bidest bixin. Bêtevgerî rê li ber mirinê vedike. Weke ku Kemal dibêje, faşîzm herî zêde ji deng û ronahiyê ditirse. Em jî bi biryar û bawer in ku bi deng û çalakiya xwe em ê faşîzmê têk bibin. Lewma me soz daye Kemalan, Xeyriyan. Encam çi dibe bila bibe, serketin wê ya me be."

15 girtiyên di rojiya mirinê de ne:

Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê: Nesrîn Akgûl, Şukran Aydin, Zozan Çîçek

Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê: Ardil Çeşme, Asli Dogan

Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê: Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bûlût, Erol Cengîz

Girtîgeha Tîpa D a Amedê: Engîn Akhan, Enver Dûrmaz, Ahmet Topkaya, A. Halûk Kaplan, Ferhat Tûrgay