ROJANE
Hemû Nûçe
-
KON-MED'ê ji bo çalakiyên şermezarkirinê bang kir
KON-MED'ê li dijî komkujiya ku dewleta Tirk li navçeya Til Rifet a Şehbayê kir banga çalakiyên şermezarkirinê kir. -
Kurd wê ji bo statuya Kurdistanê ji Lozanê bimeşin Cenevreyê
Amadekariyên meşa yekîtiya neteweyî ya Kurd bi dawî bûn ku wê ji Lozanê heta Cenevreyê pêk were. Zêdeyî sed kes wê tevlî meşê bibin û destnîşan bikin, ku ji bo azadî û statuya Kurdistanê yekîtiya neteweyî pêwîstî ye. -
ROJEVA 3'Ê KANÛNA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Kanûna 2019'an. -
Demîrtaş rakirin nexweşxaneyê
Biryar hate girtin ku Hevserokê Berê yê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrne rehîn tê ragirtin û berî demekê ji ser hişê xwe çûbû, rakirin nexweşxaneyê. -
Demîrtaş ji ser hişê xwe çû, ew sewqî nexweşxaneyê nekirin!
Hate diyarkirin ku Selahattîn Demîrtaş di 26’ê Mijdarê de ji ser hişê xwe çûye û 7 rojan ew ranekirine nexweşxaneyê. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Moskowayê hate pîrozkirin
Kurdên li Moskowayê tevî dostên xwe salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin. -
Li 4 bajaran ji bo Rojava şevên piştgiriyê hatin lidarxistin
Li bajarên Freîbûrg, Dortmûnd, Kîel û Saarbruckenê yê Elmanyayê ji bo Rojava şevên piştgiriyê hatin lidarxistin. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Strasboûrgê hate pîrozkirin
Salvegera 41'ê ya damezrandina PKK'ê li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê hate pîrozkirin. -
ROJEVA 2'Ê KANÛNA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Kanûna 2019'an. -
Li Iraqê li gel îstifaya Serokwezîr çalakiyên protestoyî dewam dikin
Li Iraqê tevî ku Serokwezîr Adil Abdulmehdî îstifa kir, li gelek bajaran çalakiyên protestoyî dewam dikin. Gelek çalakgeran jiyana xwe ji dest dan. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Goteborgê bi coş hate pîrozkirin
Kurdên li bajarê Goteborgê yê Swêdê tevî dostên xwe salvegera 41'emîn a damezrandina PKK'ê pîroz kirin. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Ermenistanê hate pîrozkirin
Li paytexta Ermenistan Erîvanê salvegera 41'ê ya damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin. -
Yoldaş: AKP/MHP dixwazin şoreşa Rojava bifetisînin
Endamê Komîteya Rêveber a HBDH'ê Tekîn Yoldaş li dijî êrîş dagirker û qirker ên dewleta Tirk kir, bang kir ku gelên Tirkiyê bibin xwedî helwest. -
Faşîzm li Osloyê bi meşeke bi meşaleyê hate şermezarkirin
Li paytexta Norwêc Osloyê Kurd, Katalan û Şîlî bi dirûşma "Eniya hevpar a li dijî faşîzmê" bi meşaleyan meşiyan. -
Li Lîmassolê damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin
Li bajarê Lîmassol ê Qibrisê li Salona Dibistana Teknîkê salvegera damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Romayê hate pîrozkirin
Salvegera 41'ê ya damezrandina PKK'ê li paytexta Îtalya Romayê hate pîrozkirin. Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Fûat Kav li pîrozbahiyê axivî. -
'Rêbazên nerewa yên desthilatdariya nerewa'
Berdevkê HDP'ê Gunay Kûbîlay diyar kir ku êrişa desthilatdariyê ne tenê li dijî HDP'ê ye û destnîşan kir, desthilatdarî dixwaze destpêkê mûxalefeta herî bi bandor ji holê rake, piştre jî êrişî hêzên din ên mûxalefetê bike. -
Swêd dixwaze DAÎŞ'iyan ji welatîbûnê derxîne
Polîsên Ewlekariyê yên Swêdê û saziyên pêwendîdar amadekariyan dikin ku DAÎŞ'iyên tên payin radedestî wê bên kirin werin darizandin, lê belê du partiyên li mûxalefetê dixwazin DAÎŞ'î ji welatîbûna Swêdê bên derxistin. -
ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Kanûna 2019'an. -
Rêveberên DBP’ê diyar bûn
Ji bo hevserokatiya DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Baydemîr hatin hilbijartin. Her wiha lîsteya Desteya Disiplîn a Navendî û Meclîsa Partiyê (PM) hatin diyarkirin. -
OGÎ: Zextên giran li ser çapemeniya Kurdan heye
Înîsîyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) diyar kir bi destgîrkirin û girtinan dixwazin zext li çapemeniya Kurdan were kirin û got ku “Heta ku çapemenî azad nebe, civak jî azab nabe.” -
Berdana girtiyê nexweş Turkmen asteng dikin
ÎHD’ê ragihand ku mafê xwegihandina tenduristiya girtî Sînan Turkmen asteng dikin. -
Di kongreya DBP’ê de peyamên berxwedan û yekîtiyê hatin dayîn
Di kongreya DBP’ê de peyamên berxwedan û yekitiyê hate dayin. Li aliyê din rexnedayin hate kirin û hate gotin çareserî bi şkandina tecrîda Îmralî re dikare pêk were. -
Aydenîz û Bayindir bûn hevserokên DBP’ê
Di kongreya DBP’ê de Salîha Aydenîz û Keskîn Bayîndir ji bo hevserokatiya giştî hatin hilbijartin. -
Tuncel: Peywira me ya herî girîng şikandina tecrîda Îmraliyê ye
Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel name ji Kongreya Asayî ya 5'an a DBP'êre şand û got, ''Yek ji girîngtirîn peywira DBP'ê ew e ku tecîda teqez a li ser Rêzdar Ocalan bişikîne.''