Salvegera damezrandina PKK'ê li Goteborgê bi coş hate pîrozkirin
Kurdên li bajarê Goteborgê yê Swêdê tevî dostên xwe salvegera 41'emîn a damezrandina PKK'ê pîroz kirin.
Kurdên li bajarê Goteborgê yê Swêdê tevî dostên xwe salvegera 41'emîn a damezrandina PKK'ê pîroz kirin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê siyasetmedarê KUrd Abdullah Devecî axivî û destnîşan kir ku damezrandina PKK'ê di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de destpêka serdemeke nû ye.
Devecî destnîşan kir ku li gel operasyonên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li Başûr û Bakur bi rengekî serketî têkoşîna xwe dewam kiriye û derbên mezin li dijmin xistiye.
Her wiha bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku bi xurtî piştevaniya Şoreşa Rojava û PKK'ê bikin.
Di pîrozbahiyê de sînevîzyonek der barê damezrandina PKK'ê hate nîşandan.
Di pîrozbahiyê de HOzan Kewa, Mohammed Taha, Ferîboz Karamî, Fîxan Xelîl hunera xwe pêşkêş kirin.
Kurdan û dostên wan li ber stranan govend gerandin û dirûşmên "Bijî PKK", "Bijî Serok Apo" û "Azadî ji Ocalan re" qîriyan.