ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Kanûna 2019'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê yên werin şopandin.

Ji bo Serokkomarê Tirk Erdogan li navçeya Xelatê 'Qesra Serokkomariyê' tê çêkirin. Bi sedan karkerên lê dixebitin nikarin maeşên xwe werbigirin. Nayê zanîn ku bi milyonan lîre pere bi ku ve çûye.

Berdevkê HDP'ê Gunay Kûbîlay diyar kir ku êrişa desthilatdariyê ne tenê li dijî HDP'ê ye û destnîşan kir, desthilatdarî dixwaze destpêkê mûxalefeta herî bi bandor ji holê rake, piştre jî êrişî hêzên din ên mûxalefetê bike.

Li gorî lêkolîna li Asya, Ewropa û Emerîka, bi rêjeya çar ji yekê ciwan di asta 'pêve girêdayî' de smartphonê bi kar tînin.

Endamê Komîteya Rêveber a HBDH'ê Tekîn Yoldaş bang li gelên Tirkiyeyê kir ku li ber êrişên dagirker û qirker ên dewleta Tirk rabe.

Polîsên Ewlekariyê yên Swêdê û saziyên pêwendîdar amadekariyan dikin ku DAÎŞ'iyên tên payin radedestî wê bên kirin werin darizandin, lê belê du partiyên li mûxalefetê dixwazin DAÎŞ'î ji welatîbûna Swêdê bên derxistin.