Salvegera damezrandina PKK'ê li Moskowayê hate pîrozkirin

Kurdên li Moskowayê tevî dostên xwe salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Kurdistaniyên li paytexta Federasyona Rûsya Moskowayê tevî dostên xwe salvegera 41'ê ya damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Nûnerên gelek saziyan tevlî pîrozbahiyê bûn.

Çalakiya li Mala Gel a Lûnaçerskî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

Piştre der barê têkoşîna PKK'ê sînevîzyonek hate nîşandan.

Siyasetmedarê Kurd Zeydîn Aslan piştre der barê wate û girîngiya rojê axivî û got, "Dîroka PKK'ê ku her kêliya wê bi têkoşînê dagirtiye qala berxwedana me Kurdan dike."

Piştre Nûnerê Federasyona Bakur ê Sûriyeyê yê li Rûsyayê Reşad Benav û Seroka Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê Tara Kadir axivîn û salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Di pîrozbahiyê de hunermend Hemîdê Mecît, Nûjîn a govendê û hunermendê herêmî Milazimê Îsko û hunermendên herêmî derketin ser dikê.