Li Iraqê li gel îstifaya Serokwezîr çalakiyên protestoyî dewam dikin

Li Iraqê tevî ku Serokwezîr Adil Abdulmehdî îstifa kir, li gelek bajaran çalakiyên protestoyî dewam dikin. Gelek çalakgeran jiyana xwe ji dest dan.

Çalakiyên li dijî hikumetê yên li Iraqê ku di 1'ê Cotmehê de li Bexda û bajarên Şîa yên Iraqê Basra, Necef, Kerbela, Zîkkar, Mûssena, Mîssan, Nasiriye û Dîvaniyeyê dest pê kirin du meh li pey xwe hiştin.

Xwepêşandanan kirin ku Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî îstifa bike. Heman rojê beriya ku Adil Abdulmehdî îstifa bike lîderê olî yê Şîa Ayetûllah Alî Sîstanî ji parlamentê xwestibû ku piştgiriya xwe ji hikumetê vekişîne. Abdulmehdî şeva Şemiyê daxwaznameya xwe ya îstifayê gihand serokê parlamentê. Tê payin ku parlament vê Yekşemê bi rengekî awarte li hev kom bibe û îstifaya Adil Abdulmehdî binirxîne.

Îstifayê têra tevgera şermezarkirinê nekir. Xwepêşandanan îro jÎ dewam kirin. Şemiyê bi taybetî li Bexdayê û bajarên Basra, Necef, Zîkkar, Kerbela, Nasiriye û Dîvaniyeyê çalakiyên şermezarkirinê pêk hatin. Çalakger dixwazin ku rêveberiya siyasî bi temamî bê guhertin û bê darizandin.

Li Necefê di xwepêşandanan de 25 kes ji ber êrişa hêzên ewlekariyê yên dewletê birîndar bûn.

Li bajarê Nasiriyeyê jî gel ji nû ve daket qadan. Şemiyê sê pirên bingehîn ên bajêr bi şewitandina lastîkan hatin asêkirin.

Çalakiyên bi heman rengî li Bexdayê jî pêk hatin.

Li Nasiriyeyê ku bajarê Serokwezîr Adil Abdulmehdî ye di dema xwepêşandanên Pêncşem û Înê de herî kêm 67 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Bexdayê jî Şemiyê herî kêm 3 çalakgeran jiyana xwe ji dest dan. Ji 1'ê Cotmehê ve zêdeyî 400 kesan jiyana xwe ji dest dan.